Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne

  • rojane
  • 13:11 6 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got: “Rewşekî leşkerî û siyasî ya nû derket holê. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên çareseriyê de cih bigire.” 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn hat dayîn. Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevgereke çeteyên DAIŞ'ê çolistana Sûriyeyê (Badiye) heye û got, "Em ji gelê xwe yê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dibêjin bila dilê we rehet be; QSD amade ye tevahî gelên herêmê biparêze. Em ji tevahî gelê herêmê dixwazin ku li dora QSD'ê kom bibin."
 
Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê geşedanên nû hene û hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve hilweşiyane û wiha pê de çû: "Rewşa heyî ya li Sûriyeyê tevgereke bilez a ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiya herêmên bakur û rojhilat neçar dike."
 
Mazlûm Ebdî got QSD'ê ji bo rizgarkirina sivîlên li gundewarên Helebê korîdoreke mirovî vekir û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî beşeke mezin a niştecihan ji Til Rifet û Şehbayê derxistin û hewldanên wan ên derxistina şêniyên din hene.
 
REWŞA DAWÎ YA LI HELEBÊ
 
Têkildarî taxên kurdan ên li Helebê jî Mazlûm Ebdî diyar kir ku nêzî 250 hezar kes li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û di xetere û dorpêçê de ne û wiha got: "Hêzên me yên xwecih ên ji xelkê taxê li wir hene. Ev hêz bi qehremanî gelê me diparêzin û heya vê demê jî di çeperên xwe de parastinê dikin. Em dixwazin pirsgirêka taxên kurdan ên li Helebê bi rêya diyalogan a di çarçoveya ku xelkê me li wir bimîne û nasnameya xwe ya kurdî biparêze û li Heleba nû de cihê xwe bigire, were çareserkirin. Hewldanên me yên ji bo çareserkirina vê yekê jî hene."
 
GEFÊN LI SER MINBICÊ
 
Ebdî bal kişand ser  gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî kantona Minbicê û wiha domand "Li hemberî van gef û êrişan ev 4 sal e me tedbîrên xwe girtine. Hêza me ya parastinê têrê dike. Erka me parastina herêmê me. Em dixwazin bi rêya diyalogan pirsgirêkan bi Tirkiye re çareser bikin. Ji bo tesnyon dakeve hewldanên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî hene."
 
XETEREYA ÇATEYÊN DAIŞ'Ê
 
Fermandarê Giştî yên QSD'ê der barê rewşa li bejahiya Reqa û Dêrazorê de jî diyar kir ku piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê tevgerên çeteyên DAIŞ'ê li wir derketin û wiha axivî: "Divê em herêmên Dêrazor, Tebqa û Reqa ji êrişên DAIŞ'ê biparêzin. Li hemberî xetereya çeteyên DAIŞ'ê li herêmê, hewldanên me bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hene."
 
Ebdî diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara navneteweyî ya 2254'an pêwîst dike.
 
Ebdî diyar kir ku ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîqaşên wan bi Heyet Tehrîr El Şam re hene û got, "Heya niha şer di navbera hêzên me û Heyet Tehrîr El Şam de çênebûye. Em dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan dûr bixin." Ebdî da zanîn ku têkildarî geşdanên dawîn de têkiliyên wan bi hemû aliyan re û Iraq jî di nav de hene.
 
'YPJ DÊ PARASTINA GEL BIDOMÎNE'
 
Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn jî got, Tirkiye serkêşiya van êrişan dike û diyar kir ku YPJ'ê dê parastina gel bidomîne, Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Yekîneya Şehîd Avesta Xabûr û Yekîneya Şehîd Jiyan Tohildan li eniyên pêş in. Rohilat Efrîn anî ziman ew ê hemû hewldanan bikin heya şervanên êsîr ketine destê çeteyan rizgar bikin.