Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e

  • rojane
  • 13:11 6 Kanûn 2024
  • |
img

BURDUR - Mehmet Turgay ê 32 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hate berdan. 

Mehmet Turgay ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê dihat ragirtin û 32 sal bûn girtî bû, hate berdan. Turgay, di sala 1992’yan de li Edeneyê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da. 
 
Turgay, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên DEM Partî û TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin. Turgay, spasiya kesên hatine pêşwaziya wî kir û got: “Berxwedan jiyan e.”