ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 7 Kanûn 2024
  • |
img
* Hevserokên KNK'ê diyar kirin ku ji bo Rojhilata Navîn ji qeyrana şer derkeve, paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bivênevê ye û wiha gotin: "Pêwistiya çareseriya van krîzan bi felsefeya birêz Ocalan û nexşerêya wî ya çareseriyê heye. Ji bo hevdîtina bi rêzdar Ocalan re divê têkoşîn bê mezinkirin." 
 
* Hunermendên li Rojavayê dijîn û li hemberî êrişên hêzên paramîlîter tev li seferberiya Rêveberiya Xweser bûne anîn ziman ku armancake êrişên qirqirina çandê ye û wiha gotin: "Dibê hemû hunermend li hemberî van êrişên dagirkirinê helwesta xwe zelal bikin. Bêdengî mirin e." 
 
* Xwediyên weşanxane û nivîskarên beşdarî 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bûn diyar kirin ku li gorî par eleqeya ji bo pirtûkên kurdî zêde bûye û ji xwendevanan xwestin ku pêşangehê ji bo kurdî veguherînin firsendekê.
 
* Şaredariya Peyasê dê "Pirtûkxaneya Xebatên Jinan" veke. Ji koordînatorên projeya ku ji aliyê Midûriyeta Jinan ve tê meşandin Gunay Yakût diyar kir ku dîroka jinê ya nivîskî tune ye û got ku armanca wan ew e ku dîroka jinê berbiçav bikin.
 
* 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 7’emîn de bidome. (10.00-18.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê cara 1028’an li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00)
 
* Rêxistinên civaka sivîl ên Wanê dê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Kolana Hunerê daxuyaniyê bidin. (12.00)
 
* Xizmên Windakiriyan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiyan li dar bixin. (12.00)
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê li navçeya Tuşbayê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan” veke. (13.00)
 
* Li Dêrsimê jin dê li dijî xespkirina îradeyê bimeşin. (13.00) ZINDΠ
 
* HDK dê li hotêleke Stenbolê foruma “Ji şer re na” li dar bixe. (13.00) 
 
* TMMOB dê li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Ji bo girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayin. (13.30)