Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin

  • rojane
  • 10:40 7 Kanûn 2024
  • |
img
EDENE - Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê tên ragirtin diyar kirin ku lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin, aktîvîteyên wan ên civakî tên astengkirin û destûr nayê dayin ku di navbera xwe de bi kurdî biaxivin. 
 
Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê di 4’ê tebaxa 2022’yan de hate avakirin û girtiyên li vir tên ragirtin rastî gelek binpêkirinan tên. Li girtîgehê 24 girtiyên siyasî hene û lêgerîna nava dev, di dema muayeneyê de kelemçekirina destan û hwd. ji çendek van binpêkirinan e. Her wiha destûr nayê dayin girtî bi hev re pêwendiyan danîn. 
 
Girtiyan, têkildarî binpêkirinan agahî dan malbatên xwe. Binpêkirinên girtiyan ragihandin wiha ne: “Destûr nadin ku em di navbera xwe de bi Kurdî biaxivin. Lêgerîna nava dev li me tê ferzkirin. Daxwazên me yên ji bo qurs û atolyeyan bi hinceta ‘tevdîrê teserûfê’ tên redkirin. Paqijiya saziyê bi me didin kirin. Dema em li dij derdikevin jî mafê me yê sihbetê yê rojê ku saetek e, tê astengkirin. Mehê 3 caran lêgerînê dikin. Pirtûkxaneya girtîgehê heye lê dema tê xwestin pirtûk nayên dayin. Em tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn.”