Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin

  • rojane
  • 10:55 7 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan hewldana dewleta tirk û komên paramîlîter a ketina gundê Til Eswedê ya Minbicê hatiye şikandin. 

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li başûrê Kantona Minbicê ya komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk şikandine. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk serê sibe saet di 2’yê de xwestin derbasî gundê Til Eswed ê li başûrê Kantona Minbicê bibin. 
 
Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku hêzên wan bersiv dane komên paramîlîter, êriş hatiye şikandin û komên paramîlîter reviyane.