Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê

  • rojane
  • 11:31 7 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Parêzer Aydin Ozdemîr têkildarî mutalaya doza Narîn Guran axivî û diyar kir ku di rewşa heyî de piraniya rastiya madî ya dozê derketiye holê. Ozdemîr got ku ji bo kesên Narîn qetilkirin cezayê xwe bikeşînin dê heya dawiyê hewldanên xwe bidomînin. 
 
Di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê, Narîn Guran a 8 salî winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê de kîlomtereyek û nîv li rex çemê Egertutmaz hat dîtin. Dozger têkildarî dozê biryara mutalayê da. 
 
Dozgeriyê ji bo dayik Yuksel, birayê wê Enes, apê wê Selîm Guran û Nevzat Bahtiyar bi sûcê "bi zanebûn kuştina bi tevlibûnê" cezayê muebetê ya girankirî xwest. Têkildarî qetilkirina Narîn Guran di mutalayê de her çiqas îfadeyên nakok ên malbatê hene û hê jî nayê zanîn kê û çima Narîn Guran qetil kir.
 
 
Endamê Komîsyona Şopandina Doza Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Aydin Ozdemîr der barê mutalayê de axivî. 
 
Parêzer Ozdemîr got 3'yê kanûnê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê ji dadgehê pirsî bê ka di dosyaya dozê de ji bilî yên ku dadgehê biryar dane ti daxwazên wan ên dî hene yan na û piştre ji dadgehê re ragihandine ku ti delîleke dî nîn e ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaza berhevkirinê kiriye û piştre jî dozgeriyê li ser mutalayê nêrînek parve kir. Ozdemîr da zanîn ku Enes Guran, Yuksel Guran, Selîm Guran û Nevzat Bahtiyar gotina xwe kirine yek, cînayet kirine û wiha got: "Bi gotineke din, dozgerî îdîa kir ku 4 bersûcên ku di dozê de beriya dadgeriyê hatin darizandin, bi hev re qetil kirine û bersûcan ev cînayet bi serdestî û biryareke hevpar kirine.”
 
GIRÎNGIYA RÊZEDARIZANDINÊ
 
Ozdemîr diyar kir ku dozger ji ber gelek sedeman biryara mutalayê daye, di dema qetilkirinê de 4 bersûc jî li cihê bûyerê bûne, Narîn piştî ku hatiye nêzî mal û govê ji aliyê bersûcên ku li wir bûne hatiye kuştin. Ozdemîr balkişand ser girîngiya darizandinê û wiha got: “Di vê lêpirsînê de hem îdîaname gelekî zû hat amadekirin, hem jî darizandin bi lez û bez bi pêş ve diçe. Jixwe daxwaza me jî ew e ku di darizandinan de lezgînî hebe. Li Tirkiyeyê bi gelemperî darizandin pir didomin û em hînî rêzedarizandinan nebûne. Darizandina lezgîn ya dadgehê biryareke di cih de ye.”
 
Ozdemîr diyar kir ku sedema kuştina Narîn bi aşkera û zelalî nehatiye vegotin û got, "Di hiqûqa ceza ya teknîkî de şert nîne ku sedema kuştinê îspat bike. Eger hûn dikarin eşkere bikin bê ka kê ev cînayet kiriye, ne hewce ye ku hûn bê ka sûcdaran bi çi sedemê sûc kirine aşkera bikin. Eger bersûcan tevkariyeke hevpar li kuştinê kiribe, dibe ku biryar bê dayîn ku li gorî şert û mercên dozê hemû bersûc bên cezakirin. Ji vê re faîltiya şirîk tê gotin.”
 
BI RÊYA ÇAPEMENIYÊ AGAHIYÊN ŞAŞ
 
Ozdemîr diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de bi destê ragihandinê agahiyên xelet hatin berbelavkirin, ligel ku biryara veşartî hebû jî hemû agahî û îfadeyên bersûcan bi rêya çapemeniyê hatin berbelavkirin û wiha got: “Vê rewşê di pêvajoya darizandinê de zirareke mezin da dosyayê. Lê di rewşa heyî de gelek delîlên madî hatine tespîtkirin û piraniya madiya rast derketiye holê.”
 
HEWLDAN DÊ BIDOMIN
 
Ozdemîr da zanîn ku dê hewldanên xwe yên ji bo dozê bidomînin û wiha got: “Em ê beyanên xwe û kêmasiyên ku me tespît kirine pêşkeşî dadgehê bikin. Li gorî me beyanên ku em pêşkeşî dadgehê dikin beyanên girîng in û ji aliyê dadgehê ve dê esas bên girtin. Di rewşa heyî de wek aliyek dozê amadekariyên xwe yên ji bo darizandinê dikin. Ger delîleke ku were berhevkirin hebe, ji bo berhevkirina wê em ê daxwaz ji dadgehê bikin. Eger em delîleke din pêşkêş nekin, em ê weke Baroya Amedê îfadeyên xwe yên li ser esasê dozê radestî Dadgeha Cezayê Giran a 8. a Amedê bikin.”
 
Ozdemir herî dawî got ew ê bi awayekî xurt tevli danîşîna ku di 26’ê kanûnê de pêk were bibin û ji bo kesên ku Narîn qetilkirina cezayê xwe bikişînin dê hewldanên xwe bidomînin.
 
MA / Rukiye Adiguzel