Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet

  • rojane
  • 11:32 7 Kanûn 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê gelek rêveberên AKP’î û xizmên wan li hotêla li Navenda Liyanê ya Mêrga Bûtanê girtin kar. 

Hat zanîn ku Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Colemêrgê komeke rêveberên AKP’î û xizmên wan ku 30 kes in, li hotêla li Navenda Liyanê ya Mêrga Bûtanê girte kar. Di nava kesên girtine kar de rêveberên AKP’î Denîz Akar, Kadîr Çelîk û Oya Îrden, kurê Naîf Karaman ê AKP’î, Sekretera Bajar a AKP’ê Necla Kuşar û nivîsgehê taybet ê Serokê AKP’ê yê Bajar Zeydîn Kaya jî heye.