Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn

  • rojane
  • 14:24 7 Kanûn 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê de aqûbeta Ender Togcu, Nazim Gulmez û Hasan Taşkaya hate pirsîn. Li Colemêrgê jî hat xwestin ku faîlên Hasan Ateş ê di îşkenceyê de hatibû qetilkirin bên darizandin. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” vê hefteyê jî berdewam kirin. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 826’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de mli pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Gelek Xizmên Windakiriyan û parastvanên mafan jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin li ser bû, hate hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Ender Togcu hate xwendin ku di 29’ê Mijdara 1994’an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibû revandin û êdî agahî jê nehate girtin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û got ku ew ji bo dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe çalakiyê li dar dixin. 
 
Piştre jî serpêhatiya Ender Togcu ji hêla endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, da zanîn ku Ender Togcu zewicî û bavê zarokekê bû, di 29’ê Mijdara 1994’an de dema diçû serdana hevjîna xwe hate windakirin. Di heman rojê de 7-8 polîs diçin mala bavê Togcu, Huseyîn Togcu,  li wî û kurê wî yê biçûk dixin û dibêjin; ‘Kurê te di destê me de ye, em ê di nava sê rojan de cenazeyê wî bo te bişînin.” Akdenîz, da zanîn ku heman gef li kekê Togcu, Alî Togcu jî tê xwarin. 
 
Akdenîz, da zanîn ku piştî windakirina Togcu, malbatê gelek caran serlêdan kirin lê encamek jê negirt. 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 662’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, endamên Şaxa OHD’ê, rêveberên Şaxa MEBYA-DER’ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez hate pirsîn ku di 15’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Taştêk ê Xozat a Dêrsimê ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û êdî agahî jê nehatin girtin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar çîroka Gulmez xwend. Rezan Baytar diyar kir ku Gulmez bavê 9 zarokan bû, li gundê Taştêkê dijî, debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir, di 15’ê cotmeha 1994’an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin. Rezan Baytar, bi domdarî got: “Hevjîna Gulmez, Garîp Gulmez serî li serdarê Xozatê da lê jê re gotin; ‘Me demekî kin piştre berda, em jî lê digerin.’ Îcar Garîp Gulmez serî li Dozgeriya Xozatê da. Dozgeriyê, biryara bêrayetiyê da. Li ser vê yekê malbatê serî li Dozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê da. Demek piştre jî dozgeriyê got ku wan dosya ji Dozgeriya DGM’a Meletiyê re şandine. Dozgeriya Meletiyê jî got rayeya wê ya darizandinê ya wê nîne û ji Dozgeriya Komarê ya Xozatê re şand. Malbatê, bi alîkariya parêzeran di 26’ê Adara 2016’an de serî li DMME’yê da. DMME’yê jî bi hinceta ku li gorî pêvajoya 6 mehan tevnegeriyane, qebûl nekir.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî di hefteya 152’yan de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de girse ji bo Hasan Ateş hate gel hev ku di sala 1994’an de ji ber cerdevanî qebûl nekir hatibû qetilkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê Şaxa ÎDH’ê Eren Baskin ve hate xwendin. 
 
Baskin, da zanîn ku Hasan Ateş di sala 1994’an di serdegirtinê gundê wî Mafûfanê de hate binçavkirin, di dema binçavkirinê de hate îşkencekirin, piştî bedanê zexta sîxûrtiyê û koçberiyê lê hate kirin. Baskin, anî ziman ku di gulana 94’an de leşkeran bi ser gund de girtin, Ateş bi îşkenceyê li wesayîtê siwar kirin û binçav kirin. Baskin, got ku endamên malbatê serî li qereqola cendirmeyan dan lê bersiva “operasyoneke wiha nehatiye kirin” hate dayin û gundiyan demek piştre li herêma Qereqola Serê Sêvê cenazeyên Hasan Ateş û Bedel Ozkan dîtine ku hatibûn îşkencekirin. Baskin, got ku malbatê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê da û li gel ku Hasan Ateş li pêş çavên gundiyan hate binçavkirin jî ev yek hatiye înkarkirin. Baskin, anî ziman ku di dosyeya Ateş de ji ber polîtîkayên necezakirinê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hatiye dayin û wiha got: “Heta ku em rastiya madî ya di qetilkirina Ateş de derdixînin holê dê têkoşîna me bidome. Em soz didin Ateş ku heta faîlên wî tên darizandin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe li pêşiya Sumerbank a kevin a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya hate pirsîn ku di 6’ê kanûna 1993’yan de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin serpêhatiya Huseyîn Taşkaya xwend. Aydin, da zanîn ku hemû hewldanên ji bo dîtina Taşkaya bêencam mane û xwest ku tavilê aqûbeta hemû windakiriyan bê eşkerekirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.