Çima êrişî Minbicê dikin?

  • rojane
  • 13:27 9 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Minbicê zêde bûn. Minbic nêzî Kobanê ye û xwedî cihekî stratejîk e. 

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Dewleta tirk bi balafirên şer, SÎHA û droneyan piştgiriyê dide çeteyan û li dijî van Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê û hêzên Cebhet El Ekradê jî li ber xwe didin. 
 
DERIYÊ LI AV Û ENERJIYÊ VEDIBE
 
Minbic di sala 2016’an de ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin û ji wê rojê heta niha dewleta tirk her tim gefa dagirkirinê lê xwar. Ji ber cihê xwe yê stratejîk, çavê kesên dixwazin şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bifetisînin li vî bajarî ye. Bajar, 15 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye û her wiha cîranê Cerablus, Bab û Ezazê ye ku di destê dewlet tirk û komên wê yên paramîlîter de ye. Yek ji aliyê din ê stratejîk ê bajar jî nêzbûna wê ya Kobanê ye. 55 km’an ji Kobanê dûr e. Di navbera her du bajarên weke kelehên berxwedanê tê pênasekirin de jî Pira Qereqozaqê heye. Ev pir, duh ji hêla balafirên dewleta tirk ve hate bombebarankrin. Yek ji aliyê din ê girîng jî ew e ku deriyê bendavên Sirîn û Teşrînê ye. 
 
BÊHN LI DAIŞ’Ê HATE ÇIKANDIN
 
Minbic, 30 km’an dûrî sînorê bakurê Kurdistanê ye. Li bajar Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez bi hev re dijîn. Di 2’yê hezîrana 2016’an de ji bo rizgarkirina bajar operasyon hate destpêkirin û 62 roj piştre di 12’ê tebaxê de hate rizgarkirin. Faysal Ebû Leyla ku navê operasyonê lê kiribû, navê xwe li dîrokê neqişand. 12 roj piştî rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ’ê, dewleta tirk di 24’ê Tebaxê de bi navê “Tevgera Mertalê Firatê” da destpêkirin û Cerablus, Bab û Ezaz dagir kir. Di nava van 8 salan de gelek caran êrişî Minbicê kirin. Di êrişan de gelek caran şervan û rêveberên bajar hedef hatin girtin. Piştî Kobanê, bi rizgarkirina Minbicê re bêhn li DAIŞ’ê hate çikandin. 
 
Operasyona Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ya bi Helebê dest pê kir û bi xistina Şamê re domiya, careke din berê komên paramîlîter ên SMO’yê yên girêdayî dewleta tirk da Minbicê. SMO’yê bi hucreyên DAIŞ’ê yên di hundirê bajar de dest bi êrişê kir û li dijî wan niha berxwedaneke mezin tê raberkirin. 
 
MINBIC NEKET
 
Ji deqeyên ewil ên êrişan ve medyaya şerê taybet dest bi belavkirina nûçeyên “ketina Minbicê” kir. Lê agahiyên ji herêmê piştrast dikin ku tevî alîkariya hewayî ya dewleta tirk jî SMO derbên giran xwariye û bajar di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de ye. 
 
MA / Emrûllah Acar