Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere

  • rojane
  • 09:02 10 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Divê raya giştî ya cîhanê ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê bikeve nava liv û tevgerê."

Bi êrîşa Tehrîr El-Şam (HTŞ) û hin komên din ên di 26’ê Mijdarê de dest bi êrişê kirin, rejîma Esed hilweşiya. Li gel vê Tirkiye û komên paramîlîyer ên girêdayî wê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ji ber êrişan sivîlên ku di dema êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ya sala 2019'an de li herêmên Til Rifat û Şehbayê bi cih bûn careke din koçber bûn.
 
Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo bal kişand ser wê yekê ku sivîlên kurd ên bûne armanca êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar neçar mane ku careke din koçber bibin û got ku aloziyên li Sûriyeyê ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, hewldana hêzên mezin e ku polîtîkayên xwe bidomînin. Şêxo bal kişand ku tiştên diqewimin nîşaneya nakokiya berjewendiyên li Rojhilata Navîn e û got: "Tişta ku di van demên dawî de rû da, hevkêşeyeke siyasî ya li Sûriyeyê bi giştî ye. Ev nakokiya berjewendiyên hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn e. Li aliyekî Îran û Rûsya, li aliyê din jî DYA û welatên din polîtîkayên xwe dimeşînin. Sûriye, yek ji welatên sereke yên Rojhilata Navîn e. Lê van şerên tên kirin yek jê jî ne ji bo berjewendiya gelan e. Her kes ketiye etra berjewendiyên xwe. Lewma gelên Sûriyeyê bê xwedî hatine hiştin." 
 
'SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN'
 
Şêxo da zanîn ku hevbendî û tevgerên siyasî yên ji sala 2019’an ve li Sûriyeyê hatine kirin, bi armanca lawazkirina rejîma Sûriyê ne û got ku herî zêde sivîl zirar dîtine. Şexo bal kişand ku êrişên komên paramîlîter yên dewleta tirk sivîlan dikin hedef û got ku ev rewş careke din gel neçar kiriye ku koçber bibe. Şêxo got: "Gelê me yê ku ji Efrînê neçar ma koçî Til Rifat û Şehba bibe, niha careke din rastî koçberiyê tê. Dîsa hêviya wan ew e ku rojekê vegerin Efrînê."
 
Şêxo destnîşan kir ku armanca êrişên li ser herêmê ew e ku gelê herêmê bikişînin nav nakokiyên mezhebî û wiha got: "Komên ku Tirkiye destekê dide wan, vê herêma ku gel bi hev re lê dijîn dike hedef. Ev modela yekîtiya gelan û bi fikra neteweya demokratîk, berovajî berjewendiyên van hêzan e. Lewma dixwazin vîna jiyana bi hev re ya gelan bişikînin. Niha em di şert û mercên zivistanê de ne û di van şertan de koç dikin. Di rê de rastî êrişên çeteyan tên. Bi taybetî zark, jin û extiyar bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû ne." 
 
HÊVIYA WAN VEGERIN SER AXA XWE
 
Şêxo anî ziman ku gelê me tu carî hêviya xwe winda nekiriye ku rojekê vegere ser axa xwe û got: "Armanca gelê me yê ku ji Efrînê sirgûnî Şehbayê û ji Şehbayê sirgûnî nediyariyê bû, ew e ku rojekê vegerin Efrînê. Di vê pêvajoyê de em ê bi hemû hêza xwe jiyana wan hêsantir bikin û barên wan sivik bikin."
 
'DIVÊ RAYA GIŞTÎ TÊKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'
 
Şêxo da zanîn ku hejmara koçberan gihaştiye 100 hezarî û got ku Rêveberiya Xweser ji bo bicîkirina welatiyan hewlên mezin dide. Şêxo got: "Ji bo gelê me di nava sermayê de nemîne, em konan vedigirin. Ji bo gelê me tevî zehmetiyan jiyana xwe bi aştiyane pêk bîne, têdikoşin. Di vî şerî de berdêla herî giran gel dide, lê belê gelê me li ber xwe dide. Li gel vê jî divê saziyên mafên mirovan û parêzvanên navneteweyî li hemberî vê wehşetê bêhest nebin. Gel di nava serma, birçîbûn û êrişên berdewam de ji bo jiyanê têdikoşe, divê raya giştî ya cîhanê dawî li vê hovîtiyê bîne."
 
MA / Delal Akyuz