‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’

  • rojane
  • 09:26 12 Kanûn 2024
  • |
img

WAN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin divê li dijî êrişan her kes bi berpirsyartiya xwe rabe.  

Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de li dijî Helebê êriş da destpêkirin û dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê jî bi awayekî hemwext dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter, di navbera 2-9’ê Kanûnê de zarok û jin jî di nav de 41 kes qetil kirin. 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê bertek nîşanî êrişan dan. 
 
‘BÊDENGÎ DÊ RÊ LI BER KOMKUJIYAN VEKE’ 
 
Ji rêveberên DBP’a Wan ê Mehmet Alî Sonmez diyar kir ku armanca êrişan destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Hemû dinya dizane ku SMO û DAIŞ tên bikaranîn. Êrişên tên kirin, dermirovî ne. Hemû lîstikên qirêjî yên li Rojhilata Navîn ji hêla netewedewletan ve tên lîstin, ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan e. Divê gelê me mîna berê dîsa rabe ser pêyan û ji komklujiyan re bibêje bisekine. Bêbertekî û bêdengî dê dê rê li ber komkujiyên mezin veke. Divê tevahiya mirovahiyê li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne.” 
 
BAL KIŞAND SER ‘PARASTINA TOPYEKÛN’
 
Ji rêveberên DEM Partiyê ya Wanê Yakup Almaç jî bi lêv kir ku bi êrişan re fikriyata demokratîk û azadîxwaz a Kurdan hedef tê girtin û diyar kir ku hewceye her kesê ji xwe re dibêje “ez mirov im” li dijî êrişan dengê xwe bike û bertekeke topyekûn nîşan bide. Almaç, got ku divê bi taybet jî bertekên gel xurttir bin. 
 
'DIVÊ BERTEK BÊN NÎŞANDAN’
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiran jî bi lêv kir ku rast nîne Tirkiye daxilî şerê li Sûriyeyê bibe. Ayten Kiran, wiha domand: “Bi hilweşîna rejîma BAAS’ê re hevsengiyên li Sûriyeyê û sînor guherin. Bi HTŞ’ê re şaneyên DAIŞ’ê dîsa zindî bûn. Hemû êriş jî ser kurdan tên kirin. Di êrişan de sivîl tên qetilkirin. Divê ev êriş bi dawî bibin. Divê Tirkiye piştgiriyê nede van êrişan. Divê êdî her kes bibîne ku ev sûcê li dijî mirovahiyê ne. Divê kurd li her derê berteka xwe nîşanî van êrişan bidin.” 
 
'BILA STATÛYA ROJAVA BÊ NASKIRIN’
 
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê Mûrat Atabay jî anî ziman ku divê dewleta tirk statûya Rojava nas bike û li hemberî statûyê nebe astengî. Atabay, got ku piraniya bûdçeya Tirkiyeyê ji bo şer tê veqetandin û diyar kir ku heke şer bi dawîn bibe dê gel bêhtir biaram bijîn.