Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê

  • rojane
  • 11:01 12 Kanûn 2024
  • |
img

AMED – Li Amedê ji bo 47 pirtûk, 12 kovar û hejmarê 6 rojnameyan biryara berhevkirinê hat dayîn. 

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2022'an de dabû destpêkirin, di 24'ê îlonê de Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) tevî Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de gelek pirtûk, kovar û rojnameyên ku biryara "desteserkirinê" tunebû hatin desteserkirin.
 
3’emîn û 4’emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê der barê pirtûk, kovar û rojnameyên hatin desteserkirin de biryara desteserkirinê da. Di biryaran de hat îdiakirin ku pirtûk, kovar û rojnameyan "propagandaya rêxistinê kirine", "rêxistinê bi wesif danasîne" û "bi awayekî ku rêxistinê teşwîq dike û dipejirîne" kirine. Biryarên desteserkirinê ji ber "Xala 7/2 ya Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya bi hejmara 3713 û xala 25/2 ya Qanûna Çapemeniyê ya bi hejmara 5187" hatin girtin.
 
JI BO 47 PIRTÛKAN BIRYARA BERHEVKIRINÊ
 
Navê pirtûkên ku der barê wan de biryara berhevkirinê hatine dayîn wiha ne; Jina Di Dilê Çiyê de Bilind Dibe / Bila Neyên Jibîrkirin-3, Geliyê Tiyarê/Bila Neyên Jibîrkirin-1, Egîdê Me / Bila Neyên Jibîrkirin-4/, Bingeh û Sedemên Pirsgirêka Kurd, Şoreşgerek Kurd Niyazî Usta, Kavirên Anarşîst, Ji Auschwitzê heta Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê Girtîgeh, Agir Bi Berfê Ket, Ji bo Kesên Agir Diajon Ser Tarîtiyê... Ji Bo Pêncan, Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojê ye, Têbiniyên Bakur, Berfederya, Zêmara Ji Bo Kulîlkê, Destane Ferhat Koçer, Rêya Ku Veger Tune, Dr. Şivan Saît Kirmizitoprak, Êdî Nave Min Bêrîvan e, Efsûna Awaza Zîlanê, Xewna Ku Pêk Hatiye, Çavên Ku Hînî Hêsiran Bûne, Her Tim Şîn Bimîne, Kutsiya Bozoklar Jiyana Rik a Li Dijî Kelepçeyê, Qetlîama Kendekol, Komkujiyên Mezin û Sîstematîk, Kenên Pînekirî, Keçên Kobanê Çîroka Serhildan Wêrek û Edaletê, Geşedanên Rojeheletanavîn Sûrye û Kurdistana Rojava, Kurtê Lêkolinêk Ji Dîroka Kurdistanê, Li Kurdistanê Civaka Sivîl, Nameyên Siyasetmedarên Kurd ên Cezayê Muebetê, Li Çiyayê Qerejdax Şopa, Rêya Ku Dadgehan Vekirine, Ferişteh û Kê, Pakrewanên Bênav, Qewdek Sosretî, Rojhat, Di Siya Dara Xaçê da Serhildan, Siya Şikestûnê Tûrcel, Tovê Kurdistan, Welatê Hêviyê, Vegera Welat, Li Zagrosan Xezalek, Nivîs û Nameyên Mehmet Hayrî Dûrmûş, Rêya Ku Diçe Azadiyê, Hûmîtra, Gûlen Azadiyê, Hestên bi Vejînê Hatine Hesandin, Çîroka Du Ezîzan: Gerilla II.
 
KOVAR
 
Kovarên ku der barê wan de biryara berhevkirina hatine dayîn ev in; hejmarên 1, 2, 39, 48 ên Modernîteya Demokratîk, hejmarên 2, 3, 4 û 5 ya Ekolojîk Yaşam, hejmarên 16, 29 û 31 yên Jineolojiyê.
 
ROJNAME
 
Rojnameyên ku der barê wan de biryara berhevkirinê hatine dayîn ev in; hejmarên dîrokên 28 hezîran, 15 û 17’ê tîrmehê, 23’ê îlonê yên Yenî Yaşamê, hejmara 16-22’ê îlonê ya Xwebûnê.
 
MA / Mujdat Can