Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin

  • rojane
  • 11:21 12 Kanûn 2024
  • |
img
STENBOL - Doza rojnameger Zeynep Kuray ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, hate taloqkirin. 
 
Yekemîn danişîna doza ku di navbera salên 2014-2023’an de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” li rojnameger Zeynep Kuray hatibû vekirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat lidarxistin. Di danişînê de Zeynep Kuray û parêzera wê Hazal Sumeli amade bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
 
Zeynep Kuray îdiayên derheqê wê de tên kirin red kir û got: “Ev doz nikare bibe dozeke propagandayê. Ev doz xebateke rojnamegeriyê ye. Ji ber vê yekê ev doza azadiya derbirînê ye."
 
Parêzer Hazal Sumelî ji bo lêkolîna dosyayê dem xwest.
 
Dadgehê daxwaza demê ya parêzer Hazal Sumelî qebûl kir û danişîn taloqî 4'ê Adara 2025'an kir.