Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be

  • rojane
  • 16:02 12 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku herêma wan jî parçeyeke erdnîgariya Sûriyeyê ye û warê gelên qedîm e û dê alaya Sûriyeyê li herêmên xweser jî bê li ba kirin. 

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêma wan jî parçeyeke erdnîgariya Sûriyeyê ye û warê gelên qedîm e û dê alaya Sûriyeyê li herêmên xweser jî bê li ba kirin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bi boneya bidawîhatina serdema zordarî û stemkariyê ya ku rejîma Sûriyeye zêdetirî 60 salî li ser xelkê ferz kiriye û gel ji ber zilm, paşguhkirin û înkarkirinê êş kişandibû, gelê Sûriyeyê serkeftina xwe ya xistina vê rejîma neheq pîroz dike. Ji ber van guhertinên dîrokî, ala serxwebûnê ya bi sê rengên xwe; kesk, spî, reş û 3 stêrkên sor wekî sembola merheleya nû derdikeve pêş ku hêviya azadî, rûmet û yekitiya niştimanî ya gelê Sûriyeyê îfade dike.
 
Li ser vê bingehê, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vê erdîngariya Sûriyeyê ye. Ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne, Meclisa Gelan a Demokratîk biryar dide ku li tevahî meclis, sazî û rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser ên li tevahî kantonên herêmê ala Sûriyeyê hilde.
 
Meclisa Gelan a Demokratîk pabendbûna xwe bi nûnertiya daxwazên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û xebata ji bo xurtkirina yekitiya nîştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de ya li ser bingehên edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de teqez dike.”