Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 21:35 12 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê dema ala dihat daliqandin, komên paramîlîter rastgele gule reşandin ser qelebalixiyê. Herî kêm 43 kes birîndar bûn. 

Piştî biryara daliqandina alaya Sûriyeyê, li hemû meclis, sazî û avahiyên rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser û li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, alayê Sûriyê li navenda bajarê Reqayê hat bilindkirin.
 
Gel ji bo pîrozbahiyê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li navenda bajêr hatin ba hev. Komên paramîlîter jî ku dixwestin ji vê yekê firsendê sûd wergirin, bi awayekî bêserûber gule reşandin. Di dîmenên hatin bidestxistin de tê dîtin ku di encama gulebaranê de ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel birîndar çêbûne. Li gor nûçeya ANHA'yê herî kêm 43 kes birîndar bûne.
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha got: “Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên hin aliyan ên ji bo derxistina fitneyê şermezar dikin û banga hişyariyê gel dikin. Divê gelê me li dijî bangên ku êrîşî ewlehî aramiya bajarê Reqayê dikin, hişyar bin. Em ê erka xwe ya parastina gel û aramiya herêmê bi cih bînin."