Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 09:02 13 Kanûn 2024
  • |

ÊLIH - Endamên Meclisa DEM Partiyî ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, nehat hiştin têkevin şaredariyê, diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe bidin.

Endamên meclisa şaredariyê yên Şaredariya Êlihê ên ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku qeyûm tayinî wê hat kirin, polîsan nehişt têkevin şaredraiyê. Endamên meclisê diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Tûba Demîrê diyar kir ku di 4’ê Mijdarê de li dijî vîna gel darbe hatiye kirin û got: “Heta ku em li dijî tayînkirina qeyûman encamê bigirin em ê li qadan li ber xwe bidin. Em bi vîna vî gelî hatine. Ketina me ya şaredariyê tê astengkirin. Em ê tu carî vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Di warê qanûnî de jî me serlêdana xwe kiriye. Yên ku vî sûcî dikin, dê li pêşberî darazê hesab bidin."
 
‘DIXWAZIN GENGELIYÊ BIDOMÎNIN'
 
Endama Meclisa Şaredariyê Fatma Tanê bi bîr xist ku li bajêr li dijî qeyûman berxwedaneke mezin tê kirin û got: “Ji DEM Partiyê 35, ji HUDA-PAR’ê 2, ji AKP’ê 1 endamên meclisê hene. Nahêlin em bikevin şaredariyan. Her cara ku em diçin em tên astengkirin. Bêyî hincetên qanûnî ketina me ya hundirê şaredariyê tê astengkirin. Sedema ku nahêlin endamên meclisê têkevin şaredariyê ew e ku ew dixwazin gendeliya ku di dema qeyûmên berê de hat kirin, bidomînin. Qeyûm bi tena serê xwe biryaran dide û budçeya şaredariyê talan dike."
 
‘EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN'
 
Huseyîn Çam bi bîr xist ku di roja civîna Meclısa Şaredariyê de qeyûm hatıye tayînkirin û got ku li hemberî vîna gelê kurd bêtehamulî heye. Çam anî ziman ku li bajêr berxwedana li dijî qeyûman hê jî didome û got: “Em ji bo bikevin şaredariyê têdikoşin. Her carê em li derdora şaredariyê bi dorpêçeke mezin re rû bi rû dimînin. Lê em paşde gav navêjin. Yên ku hebûna kurdan qebûl nakin îro êrışî vîna wan dikin û qeyûm tayîn dikin. Diziya ku di pêvajoya qeyüm de pêk hat, eşkere ye. Ji bo berdewamkirina vê diziyê, qeyûm tayîn kirin. Nahêlin endamên meclisê têkevin şaredariyê. Em ê hewl bidin layiqî têkoşîna gel bin. Em ê li ber xwe bidin û em paşde gav neavêjin."
 
Endama Meclisa Şaredariyê Elîf Kivircikê jî bi bîr xist ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li bajêr nûnertiya jinan hedef hatiye girtin û diyar kir ku êrişa li dijî vîna jinan piştî hilbijartinan jî dewam dike. Elîf Kivircikê diyar kir ku gelê Êlihê bi dengekî zêde Hevşaredar Gulistan Sonukê hilbijart û got: “Lê belê yên ku nekarîn vê yekê tehemûl bikin îradeya gelê bajêr dizîn û qeyûm tayîn kirin. Berxwedana bi pêşengiya jinan hê jî didome. Ev îrade ne beriya hilbijartinê û ne jî piştî tayînkirina qeyûman nehat şikandin. Berxwedana me wê bidome. Tu hêz nikare li hemberî berxwedana jinê bisekine. Em ê bi gelê xwe re berxwedana xwe mezin bikin. Em ê bersiva êrişên li ser destleftiyên jinan jî bidin." 
 
MA / Fethî Balaman