Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin

  • rojane
  • 10:00 13 Kanûn 2024
  • |
img

WAN - Ji ber barîna berfa zêde li Wanê rêya 86 gundan û 45 mezrayan hatin girtin. 

Ji duh ve li Wanê berfeke zêde dibare û rêya 131 jîngehan hate girtin. Midûriyeta Şaxa Lênihêrîn û Çêkirina Rêyan a Navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li navçeya Miksê rêya 6 gundan, li Payîzavayê rêya 12 gundan, li Rêya Armûşê rêya 8 gundan, li Begiriyê rêya 27 gundan, li Qelqeliyê rêya 52 gundan, li Şaxê rêya 14 gundan, li Seravê rêya 12 gundan û li navçeya Tûşbayê jî rêya 45 taxan hatine girtin. 
 
Hêj niha jî li navenda bajar berf dibare û li taxên veder ên bajar berf bi qasî 10 santîman li erê stûr bûye û li cihên bilind jî heta 25 santîman berf ketiye. Ji ber berfê, li navenda bajar ajokar zehmetiyê dikişînin. 
 
Komên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo trafîk nesekine, li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe didomînin. Duh bi şev rêya di navbera Wan û Miksê de ji ber berf û bagerê ji bo demekî kin ji trafîkê re hate girtin.