Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 13:01 18 Kanûn 2024
  • |

DÎLOK - Meşvanên “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ku li Amedê bi rê ketin, gihiştin Dîlokê. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, got: “Şertê ewil ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dabûn destpêkirin. Meş, di roja 3’yemîn de li Dîlokê didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, meşvan li Parka Yeşîl Suyê ya Dîlokê hatin gel hev. 
 
Meşvan, bi tevlibûna gelek welatiyan û bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Parka Kirkayakê ve meşiyan. 
 
Di çalakiyê de pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” û lolîpopên “Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na”, “Berxwedan jiyan e”, “Em ji bo çareseriyê biisrar in, dê bi ser kevin”, “Em bi hêza teorîk û pratîk bi bawerin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re”, “Em rê nadin talanê” û “Tecrîd didome” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Di meşê de ji ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu axivî. 
 
‘ROJAVA JI BO CÎHANÊ MÎNAK E’ 
 
Ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu axivî û wiha got: “Di bin sîya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên hegomon dixwazin axê di navbera xwe de parve bikin. Em dibêjin tu carî netewe dewletan ji bo gelan çareserî, aştî, edalet û demokrasî neanîne. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava di serî de di pêşengiya jinan de jiyaneke hevpar ku hemû bawerî, gel û çandên cuda bi hevre dijîn hatiye avakirin. Ev jiyan bi bedelên pir mezin hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ev jiyan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhane bûye mînak. Hemû nasname, bawerî û çandên cuda li vir dikarin bi awayekî wekhev û demokratîk bi hevre bijîn. Ev hêviya me ye jî.”
 
‘DIVÊ JI EWIL BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’
 
Bi domdarî Ayten Kordu bal kişand ser şertê çareseriya demokratîk û wiha axivî: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hinek şert hene. Yek ji van jî polîtîkayên tecrîdê ye. Demek dirêj e li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Em dibêjin berî her tiştî divê ev tecrîd rabe. Em careke din li vir dibêjin. Ji bo çareseriyek demokratîk û bi edalet pêk bê, divê berî her tişti tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê şertên azadiya fîzîkî yên birêz Ocalan bên avakirin. Divê Meclis vê vînê nîşan bide û li gorî wê şert û mercên xebatê bide avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêş bikeve divê berî her tişti ev şert û merc bên avakirin. Meşa me ya Çareseriya Demokratîk û Azadiyê ji ber vê yekê ye. Ev meşa me ji bo aştî, demokrasî û jiyanek bi edalet e. Ji bo em vê daxwaza gel pêk bînin em vê meşê li dar dixin. Aktorê vê çareseriyê birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê birêz Ocalan azad bibe. Azadiya birêz Ocalan dê aştiya gelan û wekheviya gelan pêş bixe.”
 
‘EM JI BO PÊKVEJIYANÊ TÊDIKOŞIN’
 
Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Zeynel Kete jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Vê erdnîgariyê gelek tişt dît. Hemû cureyên jiyanê yên weke jiyana komunal, ya wekhev û jiyana xwezayî dît. Lê li aliyê din gelek zor û zilm jî dît. Bi qasî şopa jiyana dayiksalarî ew qas jî şopa baviksalarî ya zilmê dît. Lê tu carî gelê têkoşer dest ji vê têkoşînê berneda. Kesên bi evîndarî girêdayi vê jiyanê tevî hemû zext û zilmê dîsa meşa xwe berdewam kirin û li ser vê axê destan nivîsandin. Di pêvajoya avakirina Komarê ya sala 1924’an de dema netewe dewletê xwest pergala xwe ya yekperest ava bike, serî li rêbaz û zagonî dan. Netewe dewletê dema zagonên xwe ava kirin, bi şer, zorê, hîleyan û komkujiyê ava kir. Bi zagona Takrîr î sukûnê, bi Plana Islehkirina Şerqê, bi zagonê Teke û Zaviyeyan, zagona gundan, yekperestiya xwe parast. Tu carî Kurd, Elewî û yên din qebûl nekir û her tim înkar kir. Dema gelan jiyana demokratîk xwest li dijî gelan komkujî pêk anîn. Van komkujiyan ji Qoçgiriyê dest pê kir û heta îro ev komkujî didomin. Lê li aliyê din di vê sed salê de me tu carî dest ji modela Mornîteya Demokratîk û Neteweya demokratîk berneda û em ji bo pêkvejiyanê têdikoşin.”
 
‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ BI CIH BÎNIN’
 
Ji OHD’ê Serdar Tum jî ev tişt anî ziman: “Tê zanîn ku birêz Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tercîdê de ye. Hin caran bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ asteng kirin, hin caran bi hinceta ‘rewşa hewayê xerab e’ destûr nedan. Her carê bi hincetên cuda hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re qedexe kirin. Niha bi hinceta disiplînê hevdîtinê qedexe dikin. Heke bi rastî jî ji dil bin, wê demê bila Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatan re hevdîtinê bike. 5 sal in parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Em wekî OHD dixxwazin hiqûqê pêk bîne. Di sala 2014an de biryara  DMME’yê heye. Bila biryara DMME’yê pêk bînin û ‘mafê heviyê’ bi cih bînin.”