DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî

  • rojane
  • 14:11 19 Kanûn 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê girtiyên di “Operasyona Vegerandina Jiyanê” de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku tecrîd û îşkenceya li girtîgehan hêj didome. 
 
Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan daxuyaniyek weşandin û kesên di Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê (Operasyona Vegerandina li Jiyanê” de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î de ku li 20 girtîgehan hate kirin 30 girtî hatin qetilkirin, nêzî 300 girtî birîndar bûn û wiha hate gotin: “Ev komkujiya bi gazên kîmyewî û hovîtiyeke mezin hate kirin, ji aliyê dewletê ve navê 'Vegera li Jiyanê' hate kirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûne hîn jî wezîfedarên dewletê yên berpirsyar nehatine cezakirin."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku îşkence û komkujî hîn jî li girtîgehan dewam dike û wiha hate gotin: “Li Girtîgeha Îmraliyê jî rêbazeke zextê ya taybet a ji tecrîdê jî girantir tê meşandin."
 
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê xwest, tecrîd tavilê bê rakirin.