'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'

  • rojane
  • 16:35 19 Kanûn 2024
  • |

MÊRSÎN - Salîha Aydenîz ya DEM Partiyî di ‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’ de axivî û da zanîn ku çareserî yekîtî ye û mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e.

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) di çarçoveya kampanya  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk " meşa ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, gihişt Mêrsînê. Di nav meşvanan de Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl cih girtin. Girseya ku di nav de gelek kes û nûnerên rêxistinê jî hebûn, li Parka Aştî ya Akdenîza Mêrsînê hatin pêşwazîkirin. 
 
Di çalakiyê de dowîzên "Ji çareseriyê re erê, ji tasfiyeyê re na", "Berxwedan jiyan e", "Em di çareseriyê de israr dikin, em ê bi ser kevin", "Em bi hêza teorîk û pratîk bawer in", "Jin, jiyan, azadî" hatin hilgiritn û dirşmên, "Bijî bexwedana Rojava", "Her der Rojava her der berxwedan", "Bijî bexwedana gelê me" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Ji qada ekdê Azîz Ozkan axivî û  diyar kir ku ew piştgiriyê didin meşê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diparêzin. Dayika Aştiyê Meryem Tura jî daxuyakirin ku ew dayik aştiyê dixwazin û divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev şer bidawî be.
 
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî axivî û da zanîn kurd bi salane ji bo aştiyê têkoşînê dimeşînin. Salîha Aydenîzê destnîşan kir ku kurdên niha û sed sal berê ne wekî hev in û wiha vegot: “Armanca me çareseriya pirsgirêka Kurde. Em gelê Kurd her tim ji bo  aştiyê di têkoşînê de bûn. Divê ev desthilatdarî jî gavê bavêje. Gelê Kurd wê ji bo aştiye têkoşîna xwe bidomîne. Çareserî yekîtî ye û mifteya çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e.”