Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin

  • rojane
  • 08:40 20 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. 

Kedkarên Çapemeniya Azad rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, duh saet derdora 15.20’an li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, di encama êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. 
 
Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji 8’ê Kanûnê heta niha geşedanên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dişopandin.