ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Kanûn 2024
  • |
img
* Hewldanên hêzên cîhanî yên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn di sala 2024’an de leztir bû. Rêveberiya gelek welatan guherî, rejîma Baas a 61 salî hilweşiya û şerê Îsraîl û Hamasê veguherî rengekî din.
 
* Endamê ÎHD'ê Huseyîn Yaşar Sezgîn bal kişand ku li Dêrsimê zêdeyî 10 hezar mayîn hene û got ku divê mayînên ku jiyana jîndaran tehdîd dikin bên paqijkirin.
 
* A.K. û B.T. yên ku wekî şahid hatin binçavkirin û hatin girtin, ji parêzerên xwe re ragihandin ku midûrê polîsan li wan xistiye û amîrê polîsan jî ew bi dîmen tomar kiriye. 
 
* Parêzerê Bozan Karayilan ê ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara di dosyeyê de xera kir û hat berdan, diyar kir ku dosye tenê li ser îfadeyên derewîn ên "îtirafkar" bûne û got: "Ji ber ku Bozan Karayilan birayê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan e, ev kirin sedema cezakirinê." 
 
* Li Silopiyayê ku piştî salan cara yekem şanoya kurdî hat vekirin, di nava 4 mehan de 6 şanoyên kurdî hatin nivîsandin. Mamosteyê şanoyê Mahsum Asilkan diyar kir ku armanc dikin ku li hemû bajarên Kurdistanê bigerin û got:" Heke ku derfet çêbibe em dixwazin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewropayê û listîkên xwe bilîzin."
 
* Danîşîna doza kesên ku têkildarî bikararîna çekên kîmyewî axivîne dê li 44’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê were  dîtîn.  (09.30)
 
* Li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê dewam bike. (11.00) 
 
* Siyasetmedar û rewşenbîrên ku beşdarî “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne dê li ber deriyê meclisê ya Çankayayê daxuyanî bidin. (11.00) ZINDÎ
 
* Li meclisê hevdîtinên budçeyê dê dewam bikin. (14.00)