Li Dêrsimê xetereya mayinan

  • rojane
  • 09:02 20 Kanûn 2024
  • |

DÊRSIM - Endamê ÎHD'ê Huseyîn Yaşar Sezgîn bal kişand ku li Dêrsimê zêdeyî 10 hezar mayîn hene û got ku divê mayînên ku jiyana jîndaran tehdîd dikin bên paqijkirin.

Mayînên ku her tim çalak in û jiyana jîndaran tehdîd dikin, her sal li cîhanê dibin sedem mirina bi hezaran mirovan. Mayînên bejayî yên ku wekî "xetera kujer a nedîtî" jî tên binavkirin û her yek bi tenê 1-2 dolar in, yek ji cureyên çekan e ku mafê jiyanê, aborî û civakî, rûniştin û aştiyê ji holê radikin.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê çend mayin hene, agahiyeke zelal bi dest neketiye. Tirkiye di rapora xwe ya 29'ê Adara 2013'an de ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihandibû, diyar kiribû ku bi tevahî milyon û 3 hezar û 943 mayîn di bin axê da mane. Ji van 97 hezar û 446 li qada tesîsên leşkerî û 906 hezar û 497 jî li herêmên sînor in. Hat diyarkirin ku ji van mayînan 193 hezar û 810 hezar û 943 mayin mane. Lê nayê zanîn ku di pêvajoyên piştre de çend mayinên mayî hatine paqijkirin. Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan çend ji bajarên ku bi hezaran mayin li wan hene.
 
Endamê ÎHD'ê Huseyîn Yaşar Sezgîn
 
BERNAMEYEKE ZELAL A TIRKIYEYÊ TUNE YE
 
Peymana Navneteweyî ya Qedexekirina Mayinan (Peymana Otava) wekî yekemîn peymana li dijî mayinan tê zanîn. Peymana navborî di 3'yê Kanûna 1997'an de ji bo îmzekirinê hat vekirin. Tirkiye di sala 1998'an de bikaranîna mayinan qedexe kir. Di sala 2003'yan de, tevlîbûna peymanê ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin. Di 2004'an de, ew bû dewleteke aliyê peymanê. Lê ji bo paqijkirina temamê mayinan heta niha Tirkiye xwedî bernameyeke zelal nîn e. Tirkiye heta 1'ê Adara 2022'yan dem da ku herêmên ku bi mayinan qirêj bûne paqij bike. Tirkiyeyê ev dem heta dawiya sala 2025’an dirêj kir. Dîroka navborî ne dîrokek e ku mayin bi tevahî werin paqijkirin. 
 
LI DÊRSIMÊ ZÊDETIRÎ 10 HEZAR MAYIN HENE
 
Her wiha mayin, li Kurdistanê nahêlin ku gelek malbat vegerin gundên xwe. Yek ji van bajaran jî Dêrsim e. Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, li bajêr 10 hezar û 557 mayîn hene. Di navbera salên 1993-94-2019’an de herî kêm 6 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber teqîna mayinê bi dehan kes birîndar bûne.
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Huseyîn Yaşar Sezgîn diyar kir ku ji ber zeviyên mayinkirî jiyana welatiyan di xeteriyê de ye. Sezgîn bal kişand ku li bi dehan gundên Dêrsimê mayin hene û wiha got: "Li vê erdnîgariyê her sal teqez teqînek çêdibe. Ji Pulumûrê heta Xozat û Pulurê li gelek deştan teqîn çêdibin. Bi taybetî jî li cihên ku zozanvan hene, polîtîkaya bêmirovkirinê hat pêkanîn. Li gel vê jî piştî demekê gel vegeriyan gundên ku hatibûn valakirin û piştî demekê hewl dan jiyanê ava bikin. Lê piştî demekê me bi vegerê dît ku mirov ketina zeviyên bimayin û mirin çêbûn." 
 
'DIBE KU MAYIN CIH GUHERANDIBIN'
 
Sezgîn da zanîn ku Tirkiye erkên xwe yên di paqijkirina mayinan de pêk neaniye. Sezgîn anî ziman ku dibe ku ji salên 90'î û vir ve cihê mayînan ji ber felaketên xwezayî guherîbin û bûyera di sala 2019'an de xwişk û birayên hev Nupelda (4) û Ayaz (8) Guloglû jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr xist. Sezgîn got: "Me ev yek di mirina xwişk û birayên hev Nupelda û Ayaz de jî dît. Ev bûyer di nava jîngehê de qewimî." 
 
Sezgîn anî ziman ku îşaretên hişyariyê metirsiyê kêm nakin û wiha got: “Li her herêma Dêrsimê erda mayinkirî heye. Ji ber ku ji sala 1993'yan û vir ve gelek lehî û şemitîn çêbûne. Her wiha di erdhej û rewşên bi vî rengî de ev mekanîzma cihê xwe diguherîne. Mayina ku di destpêkê de sed metre dûrî gundekî bûye, niha tam di binê wî gundî de ye."
 
Sezgîn diyar kir ku divê di demeke herî kurt de mayin bên paqijkirin û wiha got: "Divê gelê ku dê vegere li van deşt û qadên daristanî bi aramî û bi ewle bijî. Divê ev mayin paqijkirin."
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl