Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir

  • rojane
  • 09:03 20 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - A.K. û B.T. yên ku wekî şahid hatin binçavkirin û hatin girtin, ji parêzerên xwe re ragihandin ku midûrê polîsan li wan xistiye û amîrê polîsan jî ew bi dîmen tomar kiriye. 

Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê di 9’ê Kanûnê de li dijî kargehên Eyûb Otomotiv û Guvenler Otomotiv êrişeke çekdarî pêk hat. A.K.yê ku li ser rêya ku motora ku di êrişa çekdarî de hat bikaranîn de diçû cihê kar û B.T. yê azerî têkildarî bûyerê di 17'ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin. A.K. û B.T. îdiayên li ser xwe red kirin û diyar kirin ku tu eleqeya wan bi bûyerê re nîn e. A.K. û B.T.ku duh sewqî dadgeriyê hatin kirin diyar kirin ku li midûriyeta polîsan rastî tundiyê hatine. A.K. û B.T. bi îdiaya "gef", "xisareta mal" û "binpêkirina zagona hejmar 6136" hatine girtin.
 
'ÇÛNA ME YA QEREQOLÊ HAT ASTENGKIRIN'
 
 
Parêzerê A.K. Hebun Hakan Akkaya diyar kir ku muwekîlê wî wekî şahid birine Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Sûltangaziyê û ewilî ji wan re hatiye ragihandin ku dê bê berdan. Akkaya got: "Em saetekê li bendê man, lê muwekîlê me nehat berdan. Daxwaza me ya hevdîtinê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî nêzî 2 saetan ji ber ku ewlehiya canê muwekîlê me di bin tehdîdê de bû, me telefonî Xeta Lezgîn a 112'an kir. Piştî îxbarê me bi polîsan re hevdîtin kir, lê bi hincetên wekî 'girtename ne amade ne' hevdîtina me hat astengkirin. Nehiştin em têkevin hundirê qereqolê." 
 
'BI DARÊ ZORÊ PÊ DANE ÎMZEKIRIN'
 
Akkaya diyar kir ku piştî 3 saetan ew birine qereqolê û got ku polîs bi A.K. û B.T. li derî fermiyetê axivîne. Akkaya bal kişand ku di hevdîtinê de raporek hatiye amadekirin û wiha got: "Di raporê de ku hat amadekirin me dît ku muwekîlê me yê wekî şahid hatiye ji nişkave veguheriye bersûc. Yanî çendî parêzerê wî amade bû jî nehştin hevdîtin pê re bike û bêyî bê gotin di girtnemayê de çi heye bi muwekîlê me dane îmzekirin. Ev bêhiqqîtî ye. Paşê me got hevdîtina şîfahî ne pêkan e. Me ji muwekîl pirsî ku çima wê girtenameyê îmze kiriye. Muwekîl diyar kir ku li hundirê qereqolê ew birine odeyeke bêkamera li wir li B.T. xistine û gef lê hatine xwarin û heqaret lê hatine kirin û ji ber vê ew jî mecbûr maye girtenameyê îmze bike." 
 
Akkaya diyar kir ku polîsên li Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Sûltangazîiyê gelek "sûc" kirine û wiha got: "Polîsan tevî ku biryara binçavkirinê tunebû jî bi binçavkirina muwekîlan re sûcê 'binpêkirina zadiya kes' kirine. Hevdîtina parêzer û muwekîl hat astengkirin. Her wiha mafên muwekîl esas nehatin girtin."
 
Akkaya diyar kir ku piştre A.K. û B.T. li şûna nexweşxaneyê birine Midûriyeta Polîsan a Şehîd Mûstafa Tercan û danê êvarê sewqî edliyeyê hatine kirin û wiha dewam kir: "Me bi muwekîlên li hucreya edliyeyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de me dît ku destê rastê yê muwekîl ji cih derketiye û me ji muwekîl pirsî ku rapora derbkirinê wergirtiye yan na. Muwekîl got ku rapor wergirtiye. Muwekîl got ku li Qereqola Polîsan a Şehit Mustafa Tercan pêk hatiye. Muwekil ani ziman ku midurê polisan ê Sultangaziyê ew derb kirine u amîrê polisan ji dema derbkirinê bi dîmen tomar kiriye. Muwekîl got ku gava ev diqewimîn karsazên otomotîvê jî ew temaşe kirine. Muwekîl destnîşan kir ku Sûltangazî A.K ve hatiye lêdan û kêliyên lêdanê ji aliyê midûrê emniyetê ve hatiye qeydkirin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû