‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’

  • rojane
  • 11:13 20 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin û gotin: “Hûn dê nekarin rastiyan bêdeng bikin.” 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran têkildarî qetilkirina rojnamegeran daxuyanî dan û bertek nîşandan. DÎSK Basin Îş’ê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser hesabên xwe yên X’ê daxuyanî dan.
 
MKG: DÊ NEKARIN RASTIYAN BÊDENG BIKIN
 
MKG’ê êrişa li dijî rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin dema ji bo ragihandina heqîqetê xwe dixistin talûkeyê û peywira xwe bi cih dianîn bi êrişa SÎHA'yan jiyana xwe ji dest dan. Ew ê nikaribin rastiyan bêdeng bikin ! Ev êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî rojnamegeran hem sûcekî li dijî çapemeniya azad hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji bo kedkar Ezîz Hec Bozan jî şifayê dixwazin, em rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
BASIN-ÎŞ: HEDEFGIRTINA ROJNAMEGERAN NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
DÎSK Basin Îş: “Hedefgirtina rojnamegerên li herêmên şer tevî canê wan di xetereyê de jî rastiyan bi raya giştî re parve dikin, nayê qebûlkirin. Em hedefgirtina rojnamgeran şermezar dikin. Kesên li Filistîn û Sûriyeyê li herêmên şer dibin sedema mirina rojnamegeran divê li pêş edaletê hesabê bidin.” 
 
MLSA’yê jî têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de dema di wesayîta xwe de ji hêla SÎHA’yan ve hedef hatin girtin û jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegeran, ji 8’ê Kanûnê heta niha geşedanên li Bendava Tişrînê û Qereqozaq a li bakurê Helebê dişopandin.”