Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan

  • rojane
  • 10:18 21 Çile 2025
  • |
STENBOL - Polîsên bi ser BEKSAV'ê de girtin, derî şikandin û dest danîn ser enstrumanên Grup Vardiyayê. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclisa Jinên Sosyalîste (SKM) de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estatîk Çand Hunerê (BEKSAV) de girtin. Serdegirtin, beriya agahiya rêveberên weqfê û parêzeran hate kirin. Di serdegirtinê de derî hatin şikandin û dest danîn ser enstrumanên koma muzîkê ya Grup Vardiyayê.