Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû

  • rojane
  • 10:43 21 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê li dijî endamên ESP, SKM, SGDF û BEKSAV’ê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. 

Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di sala 2024’an de bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinên Sosyalîste (SKM) û Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV) de girtin. 
 
KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN
 
Ev kes hatine binçavkirin: Hevseroka Giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş, endamê MYK’a ESP’ê Okan Danaci, Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Senem Nûr Pektaş, Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat, sendîkavan Melîha Kayaci û Serpîl Topal, nûçegihana ETHA’yê Zuleyha Muldur, endamên ESP’ê Ezgî Gurbuz, Emrah Topaloglû, Cafer Erozsoy, Hevseroka ESP’ê ya Sultangaziyê Gamze Toprak, Sezgîn Zevkîbol, Leyla Can, Sîmay Ada Kart, Erol Tunç, Eylul Ozturk, Îbrahîm Akbay, Berkan Devecî û Beyza Nûr Samanci.
 
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. EHD’ê da zanîn ku ji bo gelek miwekîlên wan biryara lêgerînê hatiye derxistin. EHD’ê diyar kir ku ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.