Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist

  • rojane
  • 12:56 21 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Parlamentera AKP’ê Cevahîr Asuman Yazmaci deriyê eywana konferansan a Şaredariya Curnê Reş şikand û civîn li dar xist. 

AKP’iyan deriyê eywana konferansan a Şaredariya Curnê Reş a Rihayê şikandin û li hundir civîna lijneya rêveberiyê li dar xistin. Li gorî agahiyên li ber dest; Rêxistina AKP’ê ya Curnê Reş, di 19’ê Çileyê de deriyê eywana konferansan a Şaredariya Curnê Reş a di destê DEM Partiyê de şikandin. AKP’iyên ku Parlamentera AKP’ê ya Rihayê Cevahîr Asuman Yazmaci jî di nav de bû, piştî şikandina derî, civîn li dar xistin. Di heman demê de parastvanên Yazmaci gef li xebatkarên şaredariyê xwarin. 
 
Cevahîr Asuman Yazmaci wêneyê civînê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û got: “Em bi teşkîlata serokatiya AKP’ê ya navçeyê re civiyan. Em beşdarî civîna lijneya rêveberiyê bûn û me li xebat, daxwaz, nêrîn û pêşniyarên wan guhdarî kir.” 
 
Parêzerên şaredariyê têkildarî bûyerê girtek girtin. Ji ber ku eywana konferansê bêyî destûr hatiye bikaranîn û deriyê wê hatiye şişandin, dê serlêdana sûc bikin. 
 
Hevşaredar Seyhan Paydaş li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got ku eywana konferansê bêyî destûr hatiye bikaranîn û dê têkildarî mijarê pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin.