‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’

  • rojane
  • 10:10 21 Sibat 2025
  • |
img
AMED – Endamê OHD’ê parêzer Şemdîn Şahîn diyar kir ku divê mafê hêviyê bêyî şert û mecr bê bicihanîn û ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê şert û mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên dabînkirin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F'yê ya Imraliyê tê girtin didome. Piştî 43 mehan, di 23’ê cotmeh û 28’ê kanûna 2024’an û 22’yê çileyê de 3 hevdîtin pêk hatin. Lê hê jî bi hinceta "pêkanînên disîplînê" fikrên malbat û parêzeran pêk nayên. Tevî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jî tecrîd didome. Di vê serdemê de ku van nîqaşan dewam kirin, nîqaşên 'mafê hêviyê' ku Tirkiye ev 10 sal in bi cih nayne, ev mijar di demen dawî de bêhtir bû rojev.
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryar da ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ku di civîna xwe ya dawî ya 17-19'ê Îlona 2024'an de biryara DMME xist rojeva xwe, hişyarî da Tirkiyeyê ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire, naxwe wê biryara xwe ya navberê di Îlona 2025'an de amade bike.
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Şaxa Amedê parêzer Şemdîn Şahîn têkildarî ‘mafê hêviyê’ axivî.
 
TECRÎD DIDOME
 
Şahîn diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê bi serê xwe bûye ‘pergala Îşkenceyê’ û destnîşan kir ku şert û mercên li Îmraliyê rê li ber tecrîd û îzolasyonê vedike. Li Îmraliyê hin mafên ku ji bo mehkûm û girtiyên di qanûnên Tirkiyeyê de hatine dayîn nayên bi cih anîn û Şahîn diyar kir ku ew ne li gorî pîvanên hiqûqî li gorî bingeha siyasî tevdigerin. 
 
Şahîn da zanîn ku hevdîtina Abdullah Ocalan ya bi parêzer û malbatê re hê jî tê astengkirin û wiha got: “Siyasetmedar dikarin niha bên û biçin, lê belê qedexeya li ser parêzer û serdana malbatê dewam dike. Ji ber ku tenê ji ber ku hevdîtinek yan jî du hevdîtin pêk hatin ne mimkûn e ku mirov bibêje tecrîd hatiye şikandin. Tecrîd hê jî didome. Ti aliyekî vê yê hiqûqî nîne. Tecrîda ku li Imraliyê dest pê kirî li hemû girtîgehan û her wiha li hemû beşên civakê berbelav bû.”
 
SERERASTKIRIN DI NAVBERÊ DE TÊ HIŞTIN
 
Şahîn bibîr xist ku ji sala 2014 'an û vir ve di mijara 'mafê hêviyê' de ku DMME biryara binpêkirinê daye, ti gav nehatiye avêtin û got, "Di qanûnan de ti guhertin nehatiye kirin. Ji bo ku ev di qanûnan de cih bigirin divê li Tirkiyeyê gelek qanûn û rêzikname bên guhertin. Ji van a herî girîng jî ' Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ( TMK ) ye.  Xala 107’emîn a Qanûna bi hejmara 5271 a ku serbestiya bi şert bi rêk û pêk dike, heye. Îdamkirina kesekî ku ji ber sûcên sûcdariyê cezayê muebetê yê giran lê hatiye birîn, ji darvekirina sûcên ku ji ber sûcên organîze yî cezayê giran ê muebetê lê hatiye birîn cudatir e. Di vê çarçoveyê de jixwe rewşeke newekheviyê heye. Her wiha eşkere li dijî peymanên ku Tirkiye aliyekî wê ye. Lê belê Tirkiye sererastkirinên pêwîst nake. Biryarên DMME di bin çavdêriya Konseya Ewropayê de ne. Hewl dide pêkanîna biryaran bi rêbazên siyasî, dîplomatîk, aborî misoger bike. Ji bo Tirkiyeyê jî heta Îlona 2025 'an dem hatiye dayîn. Eger welatên endam bi zelalî pêkanîna biryarê dixwazin, şensê Tirkiyeyê yê bicih neanîna vê biryarê nîne. Lê belê ji ber berjewendiyên xwe bêhtir nerm in û diavêjin derve.”
 
Şahîn got ku divê mafê hêviyê bêyî şert û merc were bicihanîn û wiha axivî: “Têkildarî tecrîdê heta niha gelek caran daxuyanî hatin dayîn. Mirov ji ber vê yekê hatin binçavkirin û girtin, lê qebûl nekirin ku tecrîd heye. Bi gotineke siyasî qebûl kirin ku tecrîd heye û ger şert û merc bên bicihanîn dê tecrîd bişikê. Tevî ku ez axaftina Bahçelî girîng dibînim jî, divê tiştên bi vî rengî bi şert û mercan ve neyên girêdan.”
 
BÊHIQÛQÎ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ DIKE
 
Şahîn bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û wiha got: “"Aliyê dewletê baş bi vê dizane. Ji ber vê yekê, ji bo ev pêvajo bi tendurist bimeşe divê şert û mercên fîzîkî werin fêhmkirin. Ez di wê fikrê de me ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê demildest şertên fizîkî werin pêkanîn. Ji aliyê hiqûqî ve em dikarin bêjin ku ji niha ve şert û mercên berdana fîzîkî bicih hatine anîn. Bingeheke hiqûqî jî heye. Eger hikûmet hêviyê dide û soza demokratîkbûnê dide, divê ev sîstem li Îmraliyê destpê bike. Ji ber ku cihê ku bêhiqûqiya herî mezin lê dest pê dike ev der e. Pergal li wir kilîdkirî ye. Her ku kilîdên li wir vebûn, bi ya min wê li hemû qadên din jî belav bibe. Di xala mîsogerkirina mafê hêviyê û rakirina tecrîdê de ne tenê parêzer an jî siyasetmedar divê hemû civak berpirsyariya xwe bi cih bîne. Pêwîste civakên Tirkiyeyê fikarên xwe deynin aliyekî û têkoşîna însanî û demokratîk a pêwîst bimeşînin.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel