Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

img

EDENE - Li Edeneyê polîsan êrişî çalakvanan kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin. 

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Edeneyê bi hezaran welatî daketin qadan û biryar protesto kirin. Welatiyên ku li ser banga CHP’a Edeneyê hatin Bûlwara Turgut Ozal a navçeya Çukurovayê, ber bi Bûlwara Ugur Mumcu ve bi rê ketin. Welatiyên tev li meşê bûn gelek caran dirûşmên “Hikûmet îstîfa”, “Erdogan îstîfa” , “Maf, hiqûq, edalet” û “Em ê bi yekbûnê bi ser kevin” berz kirin. 
 
Piştî meşê, komê xwest li ser Bûlwara Turgut Ozal û Cadeya Barajyoluyê bimeşe lê polîsan bi ava şid, guleyên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin. Di êrişan de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.