Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin

img
STENBOL - Xebatkarê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlêrê yê berê Nasir Yagiz ji hêla Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin. 
 
Aktîvîstê Kurd, siyasetmedar û xebatkarê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Hewlêrê yê berê Nasir Yagiz, ji bo penabertiyê serî li Rûsyayê dabû û ji hêla Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin. Yagiz, demekî kin berê çûbû Rûsyayê û daxwaza penaberiyê kiribû. Hat zanîn ku daxwaza Yagiz nehat qebûlkirin û hate binçavkirin. Yagiz ê ku 4 rojan li Moskovê di bin çavan de hate ragirtin, îro di danê sibehê de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Yagiz, îro anîn Balafirgeha Senbolê. Yagiz li wir hate binçavkirin û birin Edliyeya Gazîosmapaşayê. 
 
RÛSYAYÊ SERLÊDANA MAFÊ PENABERIYÊ QEBÛL NEKIR 
 
Parêzer Yagiz, Mehmet Resûl Yagiz, wiha got: “Miwekîlê min ji sala 2016’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi awayekî çalak siyasetê dike. Çar roj bûn li Rûsyayê binçavkirî bû. Xetere hebû ku li Tirkiyeyê salên domdirêj di girtîgehê de bimîne. Ji bo mafê penaberiyê ev çar roj bûn li ber xwe da lê hewldanên wî yên di dema binçavkirinê de bêencam man û bi awayekî derhiqûqî ev daxwaz hate redkirin. Miwekîlê min ji Moskovê anîn Stenbolê. Di dema binçavkirinê de miwekîlê min rastî îşkence û miameleya xerab hat. Bi rojan xwarin û av nedanê. Min niha pê re hevdîtin kir. Îro dê di nava rojê de bi rêya SEGBÎS’ê girêdayî Edliyeya Êlihê bikin. Îxtîmaleke mezin dê bibin Êlihê.”