KONYA - Welatiyên tev li pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê bûn diyar kirin ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û gotin: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêkê jî bi guhertina destûra bingehîn pêkan e.”
Welatiyên duh tev li pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê bûn, diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê hewceye dewlet gavan biavêje. Welatiyan, anîn ziman ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi sererastkirinên hiqûqî pêkan e. Ji welatiyan Devran Can Gurhan got ku navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û anî ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Gurhan, got: “Divê dewlet jî gavan biavêje. Hewceye komkujiyên tên kirin bi dawî bibin û dewlet gavên hiqûqî biavêje da ku zemînek çêbibe. Divê di destûra bingehîn de guhertin bên kirin.”
Rahmî Aşan jî got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û ev tişt anî ziman: “Weke Kurdên li Anatoliyayê dijîn daxwaza me aştî ye. Êdî dema şeran qediya û divê dewlet li dijî vê gavan biavêje. Divê dewlet gavan biavêje ji ber ku birêz Abdullah Ocalan ji zû de gav avêt û ji bo aştiyê berpirsyartî li xwe girt. Gava ewil jî divê berdana girtiyên nexweş be. Her wiha divê destûreke bingehîn a nû were çêkirin. Em ji bo aştiyê amade ne.”
'TEKANE DAXWAZA ME AZADIYA RÊBERTIYA ME YE’
Rabîa Bulut jî daxuyand ku ji bo pêvajo pêş bikeve yek ji gavên hewceye bê avêtin jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Tekane daxwaza me ew e ku Rêbertiya me ji nava çar dîwaran derkeve. Dewlet, divê êdî mafên me bide, ji bo aştiyê gavan biavêje, girtiyên siyasî berde. Bêguman di serî de jî Rêbertiya me.”
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI AŞTIYÊ HEYE’
Saît Oden jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe re ji bo gelên cuda bi hev re bijîn gav avêtiye û wiha got: “Em dixwazin ev şerê sed sal in didome bi dawî bibe. Em aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan dixwazin. Ne tenê em Kurd, hemû gel aştiyê dixwazin. Ev aştî dê bibe gavekî xweş. Gava Devlet Bahçelî girîng e. Piştî demekî dirêj cara ewil e tiştekî wiha dibe. Tekane daxwaza me jiyaneka aştiyane. Hêvîdarim dewlet jidil be. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye.”