DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da

  • rojane
  • 14:33 6 Nîsan 2025
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê diyar kir bi sala ye ji bo bêdengikirina rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gef, girtin û sûîqestan zexteke giran tê kirin û got: “Rojnamegerên li ser şopa heqîqetê nemir in.” 

Komîsyona Propaganda û Weşanê ya Çapemeniya DEM Partiyê, bi wesîleya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Komîsyonê, diyar kir ku rojnameger mafê gel ê wergirtina agahiyan diparêzin û got ku ji ber vê ji aliyê desthilatdariyê ve bi tundî û zextan re rû bi rû dimînin. Komîsyona Çapemeniyê, destnîşan kir ku rojnamegerên ku heqîqetê derdixin holê, dibin hedefa pergalê. DEM Partiyê got: “Rojnamegerên li pey heqîqetê nemir in.”
 
Komîsyona Çapemeniya DEM Partiyê, da zanîn ku bi taybetî li Kurdistanê rojnameger bi zext, sansûr, girtin û kuştinan demek dirêje hewl tê dayîn bên bêdengkirin û got ku di 5 salên dawî de 15 rojnameger di êrişên leşkerî de hatine qetilkirin û anî ziman ku ev rojnameger ji ber sûcên şer û binpêkirinên mafan belge kirine, hedef hatine girtin.
 
Komîsyona Çapameniya DEM Partiyê, destnîşan kir ku ew ê parastina çapemeniya azad û mafê agahî girtina gel bidomînin û rojnamegerên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr anîn û soza berdewamkirina têkoşîna wan da.