Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket

  • rojane
  • 13:34 3 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN - Di odeyeke avahiya Şaredariya Rêya Armûşê de teqîn çêbû û piştre jî şewat derket. 
 
Di odeyeke avahiya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê teqînek çêbû. Piştî teqînê jî şewat derket. Gelek komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Gelek kes ji dû û gazê bandor bûn. Xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.