‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’

img
EDÎRNE - Serokê HDP’ê yê Edîrneyê Beşîr Belke, bal kişan ser amadekariyên xwe yên meşa sibe li dar bixin û got: “Emê li dijî hemû zextan ji bo daxwaza bi mîlyonan mirov bimeşin û daxwaza demokrasiyê bikin.”
 
Amadekariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ku sibe wê ji Enqerê dest pê bike, dewam dikin. Li 2 bajaran wê starta meşê bê dayîn. Yek ji van her dû bajara jî bajarê Edîrneye. Li Edîrneyê di heftiya dawî de serdan hatin kirin û welatî derbarê armanca meşê de hatin agahdarkirin. Serokê Rêxistina HDP’ê ya Edîrne Beşîr Belke, derbarê maşê de axivî. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN HEZM KIRINÊ FERZ DIKIN’
 
Belke, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ji bo xwe kirin bihane û polîtîkayên hezm kirine ferzî hêzên demokrasiyê kirin. Belke, bal kişand ser meşa wê sibe li dar bixin û wiha axivî: “Emê li dijî polîtîkayên hemzkirinê bi biryardarî meşa xwe dewam bikin. Di pêvajoya şewbê de qeyûm dayînê gelek şaredariyan hatin kirin. Di pêvajoyek wiha de jî dest ji êrîşên xwe bernedan. Dîsa di vê pêvajoyê de wekîltiya Leyla Guven, Mûsa Farisoglûlari û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû betal kirin. Em jî li dijî van bêhiquqiyan biryara meşê girt. Emê meşa xwe bi Hevseroka xwe ya Giştî Pervîn Bûldan, nêzî 20 parlamenteran, endamên MYK û PM, rêveberên rêxistinên navçeyan û bajêr û bi hevserokên pêkhatiyên HDP’ê dest pê bikin û dewam bikin. Ji bo amadekariyên meşê me xebat birêve birin. Di vê çarçoveyê de em Partiya Çep a Edîrne, KESK, Egîtim Sen, SES, BES, Konseya Bajêr a Edîrne û komeleyên cuda ziyaret kirin. Dîsa em li koçeyan geriyan û gel derbarê meşa xwe de agahdar kirin. Me  ji wan xwest ku piştgiriyê bidin me.” 
 
‘EM DIXWAZIN GELAN BÎN IN GEL HEV’
 
Belke, dest nîşan kir ku Walîtiya Edîrneyê ketin- derketinên bajêr sînordar kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev biryarek dij Qanûna Bingehîne. Di encamê de emê ji bo bi milyonan kes bimeşin. Li dixwazin em asteng bikin. Desthilatdariya AKP’ê berî her tiştî divê dest ji siyaseta rageşiyê berde. Divê balê bide ser çareserkirina pirsgirêkên gel. Bi êrîşkirin HDP’ê ewê nekarin pirsgirêkên li welat tên jiyîn veşêrin.”