Berî meşa HDP’ê li Colemêrgê OHAL

img

COLEMÊRG - Berî meşa HDP’ê ya bi dirûşmeya “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” li Colemêrgê dest pê bike, gelek deverên bajêr hatin dorpêçkirin. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo meşa bi dirûşmeya “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” ya ber bi Enqerê ve dest pê bike, li Colemêrgê kom bûn.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, parlamenter û partiyi di saetên serê sibê de li ber avahiya partiyê kom bûn. 
 
BAJÊR DI DORPÊÇÊ DEYE 
 
Berî ku meş dest pê bike, polîsan di saetên serê sibê de tevahiya bajêr kirin dorpêçê. Polîsên hêzên taybet û sekvan li ber sazî û dezgên fermî hatin bi cih kirin. Di heman demê li çar aliyên bajêr maşiyên zirxî û polîs hatin bi cih kirin.
 
LI BER AVAHIYA HDP’Ê BARÎKAT 
 
Avahiya rêxistina partiyê ya bajêr ku tê payên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar berî meşê lê daxuyanî bide çapemeniyê jî, hatiye dorpêçkirin. Ketin û derketina avahiya partiye tê astengkirin. Sancar wê bi dawîna daxuyaniyê starta meşê bide û HDP’î dûre wê dest bi meşê bikin.
 
Parlamenter li ber barîkatên polîsan dirûşmeyan berz dikin û amadekariya meşê dikin.