Uca ji meclîsê xwest Geliyê Dîcle bê parastin

img

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, ji bo Geliyê Dîcle û Baxçeyê Hewselê bê parastin, pêşniyara lêkolînê da meclîsê û xwest lêkolîn bê kirin. 

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî rewşa Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê bi pêşniyarnameyekê xwest meclîs vê rewşê lekolîn bike. Uca, anî zimanr ku ji ber polîtîkaşên şaş ên enerjî û çandiyê Geliyê Dîcleyê û Baxçeyê Hewselê zerarek mezin dibîne û xwest lêkolîn bê kirin û li gori lêkolînê parastin bê kirin. Uca, da zanîn ku qeysa ava Giliyê Dîcleyê di nava 30 salên dawî de daketiye asta herî kêm û wiha got: "Divê talankirin û wêrankirina xwezaya Geliyê Dîcleyê di cihê wê de bê lêkolînkirin. Dîsa ji bo talankirina li ser Baxçeyê Hewselê jî bi dawi bibe divê lekolîn bê kirin." Uca hem xwest meclîs lêkolîn bike û hem jî xwest Wezîrê çandînî û zexîre Ahmet Eşref Fakıbaba û Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Srûştiyê Berat Albayrak pirsên wê bibersivîne. 
 
‘ÇEMÊ DÎCLE JI STATUYA ÇEM DERKETIYE  
 
Uca, diyar kir ku ji ber politîkayên şaş ên çandiniyê û enerjiyê li ser Çemê Dîcleyê HES, gol û gelek kanên xîzê tên avakirin. Li gorî çavkaniyên fermî nêzî 60 km qad bê nav maye û wekî çem li ser qeydan derbas nabe. Ji zagona Parastina peravê sûdê nagire. Çemê Dîcle ji hemû talankrin û wêrankirinê re vekirî û bê parastin hatiye hiştin. 
 
Uca ji bo wezîr bibersivînin ev pirs pirsîn: 
 
* Sînorê Çemê Dîcle ji kuve dest pê dike. Navê qada navbera Bendava Pîranê û navçeya Bismilê çiye? 
 
* Çima Navê Çemê Dîclê di qeydên bê nav û bê pênase de cih digire. Çima asta xwe ya çem winda kiriye. Kê ev biryar daye û kê îmze kiriye? 
 
*Çemê Dîcleyê ji kengî ve bê pênase û bê nav e? 
 
* Piştî bendava Pîranê hat avakirin û şûnde heta kengî pîvana ava Çemê Dîcleyê hat kirin. 
 
* Ava ku pê çandiniyê av didin bandorek çawa li ser hêz û qeysa avê dike. Ger ku bandorêkê li ser dike çima bi ava çem avdaniyê dikin? 
 
* Li ser Geliye Dicleyê ken Kanên xîzê hene. Ji bilî kanên bi rûhset kanên din hene ?
 
* Ji bo kanên xîzê bên vekirin rapora ÇED'ê hatiye girtin? 
 
* Ji ber kanên xîzê mirovan jiyana xwe ji dest daye? 
 
* Li ser Çemê Dicleyê çiftlikê masiyan heye ya na? Ger ku hebin kê vekiriye û bi çi armancê vekirine? 
 
* Sedema qirêjbûna Çemê Dîcleyê çiye. 
 
* Li Geliyê Dicleyê avakirina qedexe heye ya na. Li dijî vê yekê çi hatiye kirin? 
 
* Kan û cihên ku li ser geliyê Dîcle ruhsat hatin dayîn bi rêk û pêk tên kontrolkirin ya na? 
 
* Li qada Baxçeyê Hewselê yên Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê avahiyên qaçax hene ya na? Ger ku hebin çiqas ji wan krîterê UNESCO  pêk tînin?
 
* Di navbera Pira Faqinê û Pira 10 derdî de projeyên hatin plankirin hene ya na? 
 
* Komîsyona di bin baneya Walîtiya Amedê de hatiye avakirin, ji bo xebatên islah û başkirinê li gorî kijan kirîteran tev digerin.