Hevserokê DBP'ê Arslan: Erdogan dê 2019'an nebîne

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan têkildarî polîtîkayên 2017'an de nirxandinên girîng kirin. Arslan, anî ziman ku sala 2017'an bi polîtîkaya înkara li dijî kurdan derbas bû û wiha got: "Sala 2018'an ji bo AKP'ê dê bibe sala herî xirab. Erdogan dê sala 2019'an nebîne."  

Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Hevseroka wan a Giştî Sebahat Tuncel, 68 hevşaredarên wan û bi hezaran endam û rêveberên wan hatine girtin. Ji 106 şaredariyên wan 94 jê bi riya qayûmê hatine desteserkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, sala 2017'an nirxand û pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand. 
 
Hevseroka we ya Giştî Sebat Tuncel girtî ye, şaredariyên we hatine desteserkirin, hevşaredarên we girtî ne. Ji bo DBP'ê salek çawa derbas bû?
 
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê siyaseta Tirkiye hat merhelek nû. Hukûmet piştî derbeya 15'ê Tirmehê plansaziyên şer yên nû kir. Ji ber vê yekê tansiyona siyasetê bilind bû û welat di bin van şert û mercan de tê rêvebirin. Derbeya 15'ê Tirmehê geşedanên sala 2017'an jî diyar kir. Di bin navê 'FETO' de di serîde siyaseta kurd û beşên muxalîf hedef hat girtin. Lê hemû plansaziya wan li ser siyaseta kurd hate danîn. Parlementerên HDP'ê, hevşaredarên me hatin girtin. Ev siyaseta 2017'an nîşan da. Pêvajoya tasfiye kirina siyaseta kurd dan destpê kirin.
 
Ji bo gelên Tirkiye jî salek bextreş bû. Hêvî û peşeroja gelên Tirkiyeyê hat reşkirin. Bi rastî polîtîkayên zordestiyê ji bo DBP'ê ne baş bû. DBP li Kurdistanê bi hêz e. Ji ber ku îdeaya wî ya jiyanek alternatîf heye. Hikûmet DBP'ê ji xwe re gef hesab kir û li Kurdistanê operasyona li hemberî destkeftiyên kurdan dan destpê kirin. Di encama operasyonên li dijî endam û rêveberên me sala me bi lidarxistina kongreyan derbas bû. Gelek bajar û navçeyan endamên me ne man. Operasyonên hikûmetê ji bo ji holê rakirina DBP'ê bû. AKP dixwaze navbera siyaseta kurd û gelê kurd veqetîne. Dibe ku mîlyonan kes derkenetin kolanan lê gel vîna xwe xwedî derket. 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û encamên referandûma 16'ê Nîsanê ji AKP'ê re bersiva berxwedanê bû.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sala 2017'an jî berdewam kir û gelê kurd hê jî derbarê ewlehî û tendûristiya Ocalan de bi guman e. Polîtîkayên tecrîdê çawa dinirxînin?
 
Tewahiya vê pêvajoyê ji tecrîda li ser birêz Ocalan pêk tê. Ne bes ji bo gelê kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê cihê birêz Ocalan cûda ye. Ocalan ji bo çareser kirina pirsgirîka kurd xwediyê tekoşîna herî mezin e. Her kes dema pêvajoya çareseriyê de bandora birêz Ocalan dît. Birêz Ocalan êdî ne tenê bi PKK'ê û gelê kurd tê naskirin. Ji ber vê yekê tecrîd roj bi roj tê kurkirin. Li Tirkiyeyê û Rojhilatanavîn aştî dê bi azadiya birêz Ocalan pêk bê. Sibê bi Ocalan re hevdîtin pêk were dê siyaseta tê meşandin biguherîne. Lê mixabin hikumet tecrîd giran dike.
 
Her wiha Tirkiye û saziyên mafên mirovan ya navnetewî bêdengiya xwe diparêzin. Serîde tecrîd li dijî makezagonê ye. AKP êdî nikare Tirkiyeyê rêve bibe. Ji bo dawî kirina kaosê hewcehî bi projeya çareseriyê heye. Ev jî bi birêz Ocalan pêk tê. Weki din Tirkiye winda dike.
 
Ji 106 şaredariyên DBP'ê 94 hatin desteserkirin û 68 hevşaredar girtî ne. Şaredariyên we ji destê we hatin derxistin... Darizandina hevşaredarên we çawa dibe?
 
Sala 2017'an jî bê navber qayûm avêtin li ser şaredariyên me. Ji beriya çend rojan Serokwezîrê Tirkiyeyê îtîraf kir; got desteser kirina şaredariyên DBP'ê pêk anînên taybet e. Hevşaredarên me ne bi diziyê tên darizandin. Ev ji bo me rûmet e. Ji bo gelê xwe tekoşîn dan û îro jî berdela wî didin. Şaredariyên me ji gel re xizmet kirine. Li ser daxwazên gel beşdarê çalakiyan bûne. Polîtîkayên qayûmê encamên polîtîkayên înkar kirina gelê kurd e. Qayûm ji holê rakirina pergala hevserokatiyê ye. Qayûm polîtîkayên jinê yê DBP'ê bi temamî ji holê rakirin. Xebatên DBP'ê yên dîrokî winda kirin. Hêza dewletê bi riya qayûmê nîşanê kurdan dan.
 
Şer û pevçûnên 24'ê Tirmeha 2015'an destpê kirî, îsal jî berdewam kir. Polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî heremê çawa şîrove dikin?
 
Dewlet navê şerê lê nake lê li heremê rastiya şer heye. Bi îlan kirina rewşa awarte şer kur bû. Bi rewşa awarte re axa Kurdistanê bast bi bast hatiye dagirkirin. Ev rewş ji rewşa awarte derbas dibe, ev kiryarên rêveberiya awarte ye. Li Kurdistanê cûda, li rojavayê Tirkiyeyê cûda tê meşandin. AKP 15 sale welat rêve dibe lê bi xwe jî rêvebirinê ne razî ye. Ji tendûrîstiyê heya perwerdehiyê her tişt têk çûye. Bi hatina AKP'ê pêvajoya piştî Kemalîstan destpê kiriye. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heya îro Kemalîstan welat rêve bir. Lê hikûmeta AKP'ê pergalê guhert. Ji pergala Ataturk ava kirî tiştek jî ne ma. Ji kesên girêdayî Ataturkê re derbasî be. AKP her tişt ser û bin kir. AKP ket berepaşê pergala hilweşandî. Tirkiye destê AKP'ê de teqiya. Ji bo veşartina vê rastiyê jî bi kurdan re şer dike. Demên dawî êdî em ji mirovbûna xwe şerm dikin. Li ser cenazeyan polîtîka nayê meşandin. Lê mixabin îro polîs û leşker bi cenazeyan dileyîze û heqaretê li kurdan dikin. Êrîşên li hemberî cenazeyan li hemberî xwe dibînin. Ev jî têkçûna AKP'ê ya exlaqî ye û li ser cenazeyan dixwazin civakê dizayn bikin. Bi van polîtîkayan nikarin me bitîrsînin, lê em ji mirovahiya xwe ditirsin. Ev li hemberî faşîzma AKP'ê sedema tekoşînê ye.
 
Bi şer û pevçûnên li heremê re hilweşandina navçe û bajaran jî didome. Hilweşandina bajaran di milê aboriya civakê de bandorek çawa dike?
 
 AKP siyaseta yekparez ava dike. DBP li Kurdistanê ji bo nû kirina dîrokê xebatan meşand. Lê AKP bi hinceta xendekan bajaran hilweşandin.  Rastiya Sûrê heye û hilweşandina Sûrê li welatek din ne hatiye dîtin. Li gel UNESCO'yê ber çavê me Sûr wêran kirin. Li Kurdistanê dîrok ji holê hat rakirin.
 
 Geşedanên girîng li Rojava qewimî û hinek li ser destkeftiyên Rojava biaxivîn...
 
 Erdogan û Tirkiye di polîtîkayên Rojavayê de îflas kiriye. Hizrên wan têk çû û polîtîkayên Rojava yê AKP neyîniyan pêk tê. Ji bo gelê kurd Rojava destkeftiyê herî mezin e. Ji bo rojhilatanavîn ji cihekê cûda yê Rojava heye. Îmaja YPG û YPJ'ê li dewletên navnetewî heye. Dewletên hezaran kîlometre ji Rojava dur xwediyê gotinê ye, lê Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe tevî cîranê Rojavaye jî nikare gotinek bike. Ev encamên polîtîkayên şaş yê AKP'ê ye. Gotina dawî bû ya kurdan. DAÎŞ li Rojava têk çûye. DAÎŞ li kolanên Reqa jinên kurd difiroşt, îro rizgar kirina Reqa pêşengiya jinê de pêk hat. Têk çûna DAÎŞ'ê bi destê jinan girînge. Ev şoreş di sedsala 21 emîn de mînak e.
 
Dagirkirina Îdlîbê de ji rola DYA û Rusyayê heye. Tu dewlet nikare destkeftiyên kurdan nîqaş bike. Tirkiye nikare bi ser xwe bikeve axa Rojavayê de. Gelê kurd jî li hemberî vê yekê bêdeng namîne.
 
*Herî dawî li pêşiya Tirkiyeyê pêvajoyek çawa heye?
 
Armanca esasî ya AKP'ê 2023 ye. Plansaziya vê ji bi hilbijartinên 2019'an dike. Dema mirov rewşa aborî, siyasî û civakî ya Tirkiye dinêre, diyare ku êdî wisa nayê meşandin. Bi kurtasî Erdogan sala 2019'an nabîne, 2018 dê ji bo wî sala herî xirab bi. AKP çavê xwe tarî kiriye û Tirkiyeyê ber bi felaketê ve dibe. Em li bendê ne ku sala 2018'an hilbijartinek pêk were. AKP dê berepaşê hibijartinên 7'ê Hezîranê bikeve. Ne tenê kurd, hevalbendên AKP'ê jî ji AKP'ê acizin. Em ne mecburê vê pergalê ne, em li hemberî gelê xwe berpirsyarin û dive em berpirsyariya xwe bi cîh bînin.
 
MA / Ozgur Paksoy