Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be

img

AMED - Hevserokê Girtî yê DBP’ê Mehmet Arslan, diyar  kir ku azediya gelê kurd di rêya yekitiya neteweyî re derbas dibe û wiha axivî: “Hemû desthilatdarên dij kurdan ên mîna AKP’ê dê bikevin sergoyê dîrokê. Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be.” 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Konreya xwe ya Awarte ya 5’emîn bi dirûşmeya “Bi civaka ronakbîr re ber bi pêşeroja azad ve” li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê li dar xist. Wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, afîşên “Me bi ciwan destpêkir, emê bi ciwanî ser bixin”, “Dê dawî muhteşem be” û “Bersiva me ji kesên  Guantanamoyê ji bo xwe referans digirin re, Zindana Amedê ye” li salonê daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamên Dîwan KCD’ê, Parlamentrên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yigitalp, PSK, Hevserokên rêxistina HDP’ê ya Amedê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78’an, Platforma ji Rûxandina Sûrê re Na, Koma alîgirên Amedspor, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên cuda û welatî beşdarî kongreyê bûn.  
 
Piştî hilbijartina dîwanê deqeyekê rêz girtin û sînevizyon hat pêşandan. Girseya li salonê di pêşandana sînevîzyonê de çawan wêneyê Ocalan xuya bû, dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.   Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça axaftina vekirinê kir û wiha axivî: “Mîsyona destpêkê ya DBP’ê akademiya siyasetê bû. Lê ji ber êrîşên di pêvajoya dawî de me nekarî em vê mîsyona xwe bînin cih. Ez hêvîdarin sala 2018’an bibe sala azadiya gelê kurd. Gelê kurd dê di çarçoveya perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de azad bibe. Li ser navê hemû kar û barên me nekarîn em bikin, ez li vê derê rexnedayîna xwe didim.”
 
‘DEWLET ÇIMA JI GORAN DITIRSE?'
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Komkujiya Roboskî bibîr xist û wiha axivî: “Bila hemû kes zanibe ku, dê êşa Roboskî tu carî ji dilê gel kurd dernekeve. Li gel hemû êrîşan DBP li ser piyane. Dê meşa xwe ya azadiyê bidomîne. Em di kesayeta Sebahat Tuncel de hemû girtiyên siyasî silav dikin. Hêzên desthilatdar dê tu carî bi ser nekevin. Demek dirêje ji Rêberê Gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Îro di kesayeta Birêz Ocalan de dixwazin 40 mîlyon gelê kurd dîl bigirin. Em êdî dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Ji vê yekê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ DAWÎ MUHTEŞEM BE'
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehemt Arslan jî, diyar kir ku dixwazin bi êrîşên faşîzane partiya wan tesfiye bikin û wiha axivî: “Dê tu carî nekarin partiya me tesfiye bikin. Bê guman dê ev rojên zor û zehmet derbas bibin. Heya  pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nebin, dê komkujiyên li ser gelê kurd bidomin. Desthilatdariyên komkujiyan li ser gelê me ferz dikin, dê bikevin zibala dîrokê. Bila baş bê zanîn ku dê AKP jî bikeve zibala dîrokê. Em baş dizanin ku çi dibe bila bibe dê dawiya wê mutheşem be.”    
 
‘MUXATABÊ PIRSGIRÊKA GELÊ KURD BIRÊZ OCALAN E’
 
Aslan, anî ziman ku rêya siyaseta demokratîk bi tecrîta Îmraliyê re hatiye girtin û wiha got: “Ên ku dixwazin  îro pirsgirêka kurd çareser bikin, necarin ku vîna 40 mîlyon kurd Birêz Abdullah Ocalan muxatap bigirin. AKP ji bo piştgiriya gelê kurd bigire îdîa kir ku dê pirsgirêka kurd çaredar bike. Gelê kurd rûyê Erdogan ê faşîst û tarî dît. Ji ber vê yekê bersivah hat xwestin da AKP’ê. Dê sala 2018’an textê Erdogan di serê wî de birûxe. Gelê kurd piştgiriya xwe ji kîjan desthilatdariyê kêşandibe, teqez wê desthilatdariyê winda kiriye.”
 
‘DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN’
 
Aslan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di sedsala 21’emîn de gelê kurd azad bibe û statuya xwe qezenc bike. Ev rê di yekitiya neteweyî re derbas dibe. Divê gelê kurd hemû hêza xwe bikin yek û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan serî hil din.” 
 
Piştî axaftinan Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak ji bo hevserokên DBP’a Amedê hatin hilbijartin.