Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ku girtî tê darizandin Sebahat Tuncel, ji bo sala 2018’an banga kir û wiha got: "Di 2018'an de li Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî û li Tirkiye jî tekoyîna demokratîk pêş bixin. Em dê li dijî cilên yek tîp jî wekî serdema 12'ê îlonê di ber xwe birin û van cilan li xwe nakin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ku bi salan e di nava siyaseta kurd de bi awayekî çalak têdikoşe û niha girtî tê darizandin, sala 2017'an nirxand û têkildarî sala 2018'an hevî û daxwazên xwe anîn ziman. Tuncel, Di 22'ê Tîrmeha 2007'an de li Stenbolê bi namzeta serbixwe li Stenbolê wekîl hat hilbijartin. Piştî wekî parlamentera Stenbolê hat hilbijartin 3 roj şûnde ji girtîgeha Gezbe hat berdan. Tuncel, di nava HADEP, DEHAP, DTP, BDP û HDP'ê de siyaset kir. Serdemeke Hevberdevkiya Kongreya Demokratîk a Gelan kir.  Herî dawî piştî hevserokên HDP'ê û wekilên HDP’ê hatin girtin û girtina wekîlan şermezar dikir li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û girtin. Li Girtîgehê dubare wekî Hevseroka Giştî ya DBP'ê hat hilbijartin. Tuncel, ji 6'ê Mijdara 2016’an heta niha girtî ye û li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tîpa F ya Kandirayê girtî ye. Tuncel ji girtîgehê geşedanên siyasî yên li Tirkiye pêş dikevin bi riya nameyekê ji Ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. 
 
Tuncel, têkildarî girtina siyasetmedaran diyar kir ku li welatên ku bi rêjîma faşîst, totalîter û yekperest  tên rêvebirin û ji azadî û demokrasiyê bêparin girtin û binçavkirin zêde derdikeve pêş û wiha got: "Dema mirov li dîroka Tirkiye dinere, dibîne ku li dijî kurdan, hêzên sosyalist, demokras  û azadîparêzan rêbaza binçavkirin û girtinê zêde derdikeve pêş. Serdest, muxalif û hêzên şoreşger digirin û bi girtina wan hewl didin ku serdestî û îktidara xwe berdewam bikin. Li Tirkiye ji ev yek heta niha wisa pêş ket. Vê rêbaza Tirkiye bêtir hêza şoreşger xurt û mezin kiriye." 
 
Tuncel, anî ziman ku milekî zext, tundî û politîkayên înkar û îmhaya li ser têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê jî girtîgehin û wiha got: "Bi taybetî ji salên 80'an heta îro, binçavkirinên komî, girtin, kuştinên faîl nediyar, girtina partiyên siyasî yek ji rêbazên rejîma faşîst û dijdemokratîk a li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin e. Her çend îktidar bê guhertin jî hişmendî nehatiye guhertin. Mazlum Dogan li Zindana Amedê got 'Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê' Ev gotin cewherê berxwedana azadiyê ya li zindanan e. " 
 
XETA BERXWEDANÊ DIDOME
 
Tuncel, anî ziman ku di sala 1994'an de parlamenterên DEP'ê ji meclîsê derxistin û avêtin zindanê û wiha got: "Di bin navê “KCK”ê de operasyona qirkirina siyasî pêk anîn. Li dijî HDP/DBP'ê operasyona qirkirina siyasî pêk anîn. Lê her dem gelê kurd û nûnerên gelê kurd her dem li dijî vê yekê xeta berxwedanê pêş xistin. Ev xeta berxwedanê îro jî didome. Kevneşopiya berxwedanê ya li dijî êrîşên li hemberî siyaseta demokratîk berdewam dike."  
 
'DI GIRÎGEHÊ DE MIROV NIKARE HEVSEROKATIYA PARTIYEKÊ BIKE' 
 
Tuncel, anî ziman ku mixabin niha weke kesek girtî Hevseroka Giştî ya partiyekê ye û wiha got: "Mixabin mirov nikare girtî hevserokatiya partiyekê bike. Şert û mercên wê yên fîîlî tune ne. Di kongreya 28'ê Gulana 2016'an de ez Hevserokê partiyê bûm, wê demê Hevserokê me Kamuran Yuksek girtî bû. Di kongreyê de 9'ê Tîrmehê de dîsa ew rûmeta ku ez hevserokatiyê berdewam bikim dan min. Ez hewl didim ku bi laîkiya wê vê erkê pêk bînim. Başe ku pergala me ya hevserokatiyê he û hevserokekî me li ser kar e. 
 
MADELA ŞAREDARIYÊN ME JI BO TEVAHIYA TIRKIYE BÛBÛ NEFES
 
Tuncel, bal kişand ser modela hevşaredariyên DBP'ê û êrîşên li dijî hevşaredariyên wan û wiha berdewam kir: "DBP rêveberiya demokrasiya herêmî û xeta azadiyê esas digire. Dîsa xeta azadiya jinê, demokratik û ekolojîk  esas digire. Ev modela rêveberiya Xwesediya Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelê Tirkiye jî bû nefes û hevî. Şaredariyên DBP'ê ji bo bibe bersîva daxwazên gel ên azadî û demokrasiyê û paradîgmaya xwe li herêmê ava bike xebat dikir. Baweriyên herêmê, jin, ciwan û ekolojî esas digirt. Ji ber vê yekê bûbu heviya civakê. Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê xezpkirin û dagirkirina vîna gel e. Xizmet û modela ku rêveberiyên me pêş xist îktidar bêzar kir. Hikûmetê bi tayînkirina qeyûman destkeftiyên gelê kurd, jin, ziman, çand û nasnameya gelê kurd e kiriye hedef. Lê bila ji bîr nekin tu carî nikarin heqîqetê ji holê rakin. Li Şaredariyên AKP'ê jî rant, nelirêtî bi her awayî xwe didin der û êdî bingeha AKP'ê jî ji vê yekê bêzar in."  
 
DIXWAZIN VÎNE TESLÎM BIGIRIN LÊ NIKARIN EM Ê LI BER XWE BIDIN
 
Tuncel bal kişand ser KHK'ya dawî û biryara "Cilên Yek tîp" jî û wiha got: "Di 12'ê îlonê de jî li zindanan xistin meriyetê. Lê bi ser neket. Berxwedan bi ser ket. Bi vê yekê xwestin vînê teslîm bigirin. Lê berxwedan bi ser ket. Em dê dîsa li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Em van cilan li xwe nakin." 
 
BERTEKÊN LI DERVE LAWAZ IN
 
Tuncel, bal kişand ser zexten li ser girtîgehan û wiha got: "Siyasetmedar, rojnameger, rewşenbir û hemû beşên muxalif girtî ne. Zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Lê li dijî tecrîd û bêhiqûqiya li ser girtiyan tê meşandin, mixabin bertek û nerazibûna ku tê xwestin em nabînin. Îktîdara ku dixwaze li Tirkiye yek tîpê ava bike berî her tiştî ji girtîgehan dest pê dike. Divê em vê yekê bibînin. Bi taybetî girtîgehên nû tên vekirin wekî girtîgehên pîlot tên hilbijartin. Girtîgehên Tarsuz, Xerpêt, Wan, Alanya, Şakran, Îskenderun û gelek girtîgehên din bi rêk û pêk îşkence berdewam dike. Girtî 24 saetan di bin kamerayan de ne. Bi keyfî lêgerîn dikin. Li Girtîgeha Bolu di telefonê de tekmîlê li ser girtiyan ferz dikin. Divê li dijî vê yekê piştevaniyek xurt hebe. Em bang li her kesî dikin ku bi girtiyan re di nava piştevaniye de bin û deng bidin dengê girtiyan. 
 
2017'AN HEM BÛ SALA ZULMÊ Û HEM BÛ SALA BERXWEDANÊ
 
Tuncel, sala 2017'an jî nirxand û wiha got: "Di sala 2017'an de binçavkirin, girtin, zulm û bêhiqûqî zêde bû. Di heman demê de li dijî hemû polîtîkayên faşizan bû sala berxwedanê. Ya girîng divê mirov vê vîna berxwedanê ya derket pêş rast araste bike. Divê ev însîyatif bê rêxistinkirin. Di sala 2017'an de polîtîkayên AKP'ê yên tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan pêş ket. Ev ne tesadufî ye. Encama êrîşên îdeolojîk ên AKP'ê ye. Polîtikayên AKP'ê yên li dijî karker, kedkaran jî pir ne cuda ye. 
 
2018 bütçesi de bu hukuksuzluk üzerinden şekillenen bir savaş bütçesi olarak hazırlanmıştır. Bu savaş gerçekten ülkenin bekası için mi? Tabi ki hayır. Tayyip Erdoğan ve şürekâsını iktidarı için iktidarda kalmak için savaşa düşmana ihtiyacı var. Bu konuda da en elverişli düşman Kürtler içeride ve dışarıdaki tüm siyasetini Kürt düşmanlığı üzerine kurgulamaktadır. 
 
Tüm yaşananlara rağmen umut eren gelişmeler de var. Zulme karşı direnenler de var. İnsanlık için mücadele eden, özgürlükçü bir sistemi inşa edenler var yanımızda. Rojava'da itiraz eden isyan eden itirazını isyanını örgütleyen kadınlar var. Mevcut iktidara hayır diyen, mücadele edenler var. 
 
HEVÎ DIKIM SALA 2018'AN BIBE SALA AZADIYA OCALAN Û TEVAHÎ GIRTIYÊN SIYASÎ0
 
Tuncel, herî dawî hevî û bendewariyên xwe yên ji bo sala 2018'an jî anî ziman û wiha got: "Hevî dikim ku pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Dîsa ji bo Tirkiye demakratîk bibe hevî dikim ku Birêz Ocalan bibêje tenduristî ewlehî û azadiya xwe û hemû girtiyên siyasî bigêjin azadiyên xwe. Xuya ye ku 2018'an dê ji bo hemû Rojhilata  Navîn dê bibe salek krîtîk û muzakereyên çareseriya siyasî ya Sûriyeyê. Ev yek dê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Mixabin me windakirinên destkeftiyên xwe bi serpêhatiyên xwe dît. Dîsa me bi nebûna Yekîtiya Neteweya Kurd dît. Ji ber vê yekê ez hevî dikim ku sala 2018'an ji bo destkeftiyên gel dîsa bên destxistin û parastin û pêşeroja gelên Kurdistanê bê mîsogerkirin Yekitiya Neteweyi pêş bikeve. Disa di sala 2018'an de hemû hêzên azadî, demokrasî û muxalif bên cem hev û bi hevre piştevaniyê pêş bixin. Mafê mirovan ên demokratîk û azadiya jinê bê destxistin û parastin. Ji vê yekê jî divê têkoşîna hevpar bê avakirin. Ev yek berpirsiyariya Hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ez heî dikim 2018'an bibe sala avakirina yekîtiya gelan û têkoşîna hevpar pêşxistin û avakirina delatê. 
 
Hevî dikim ku li dijî îşkence û tecrîd û bêhiqûqiya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîgehan, bibe sala berxwedanê. Hevî dikim ku pirsgirêka kurd bi riya çareseriya aştiyane û demokratîk pêş bikeve.  Dîsa ji bo demokratîkbûna Tirkiye bibesala ked û hewldanek mezin.Bibe sala Azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî. Sersala xebatkarên çapemeniya azad, jin û hemû gelê me pîroz dikim." 
 
MA / Hayrî Demîr