Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay peyama sersalê da û wiha got: "Ligel hemû konseptên êrîşkar ên desthilatdariyê, dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay bi boneya sersalê peyamek weşand. Kemalbay di peyama xwe de wiha got: "Di destê me hemûyan deye ku sala 2018’an bibe sala serkeftin, mezinbûna nirxên mirovahiyê û mafên gerdûnî, wekhevî, demokrasî, aştî û azadiyê. Ji bo em pêşiya newekhevî, neheqî û bêhiqûqiyan bigirin divê  em her roj li dijîn, sazîbûyîna faşîst û rêveberiya yek zilamî derbikevin.  Lê ev tenê têrê nake, divê em li ser mafên gerdûnî, demokratîk, azad, rêgezên hiqûqî û peymanên demokratîk ên navnetewî ku Tirkiyê îmze kirine, bi hev re  li rêyên tevgereke hevpar bigerin. Li dijî wê hişmendiya ku bi mebesta bibe desthilatdariya teqez, her cure nirxên mirovî û zayendî binpê dike, xwedîderketina li van nirxan û rêgezan, pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Li gel vê yekê desthilatdariya Tirkiye ku bi polîtîkayên hundir û derve de bûye parçeyek şer û tundiyê û dê ji vir û şûn de jî bandorê li ser van rêbazan bike. Ligel van hemûya dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê. Bi van hest û ramanan em hêvî dikin ku sala 2018’an ji bo hemû gelên me bibe sala hêvî û wêrekiyê."