Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e

img
ŞIRNEX - Rexistina DBP'ê ya Şirnexê 4'emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kişand ser axaftina Serokê AKP'ê Erdogan a li Şirnexê û diyar kir ku gelê Şirnexê nîşan daye ku nûnerê wan ê rastîn kîye. Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Çavkaniya pirsgirêka li Tirkiye tecrîda li ser Ocalan e. Ji bo çareseriya Tirkiye divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe." 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez 4'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre li salona Konferansê ya Mehmet Tunç û Asya Yuksel a HDP'ê ya Şirnexê pêk hat. Di kongreyê de malbatên 34 kesên di bombekirina balafirên şer ya li Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Nûnerên rêxistinên sivîl jî di navde bi sedan kes amade bûn. 
 
CIH LI SALONÊ NEMA
 
Ji ber tevlêbûna kongreyê cih li salonê nema û gelek kesan li dervê salonê kongre temaşe kir. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku di sala 2017'an de tu mafê gel nehat haskirin û wiha got: "Di sala 2017'an de şerê înkar û îmhayê yê li dijî gelê kurd berdewam kir. Bi vê yekê jî nehatin ser, li Goristana Xerzanê cenaze derxistin û revandin. 
 
Piştî Aycan Îrmez Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan axivî. Arslan, bal kişand ser KHK'yên dawî û anî ziman ku hikûmet êdî Tirkiye bi KHK yan bi rêve dibe. Arslan, anî ziman ku bi KHK’yan cilên yek tîp, sivîlên bi çek û înfazên bê daraz pêş xistiye û wiha got: "Bi van KHK'yan hêzên paramiliter  xwe bi rêxstin dikin û li serê gelê Tirkiye dikin bela. Dixwazin bi cilên yek tîp vîna gel dîl bigirin. Divê li dijî van pêkaninan kes bêdeng nemîne. 
 
Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiye tecrida li ser Birêz Ocalan e. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe pirsgirek çareser nabin. Pirsgirêk bi rebazên demokratîk û qebûlkirina mafên kurdan çareser dibe. Divê rêberê kurdan muxatab bê girtin û rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Berî her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe." 
 
Arslan,  bal kişand ser ziyareta Erdogan û daxuyaniyên wî û wiha got: “Erdogan, partiya me wekî ‘faşist’ bi nav dike. Gelê kurd bêyî hewcehiyê ji gotinên siyasetmedarên kurd re bihêle bi sekn û helwesta xwe li dijî hemû xerakirin û talankirinê, bersîva faşîzma AKP'ê da. Gelê Şirnexê nîşan da ku nûnerê wan ê rastîn kî ye. Bajar hat xerakirin, lê gel li vîna xwe rêberê xwe xwedî derket û teslîm nebû. Li dijî êrîşan mirovan bedena xwe xist axê û nîşan da ku gel dest ji Rêberê xwe bernade. AKP'ê hemû rêxistin û hêza dewletê da pişt xwe, lê dîsa negihşt encamê. Ev yek bi saya berxwedana gelê Şirnexê pêş ket. Ji ber vê yekê divê em ji hêza xwe ya cewherî bawer bibin.