Xelas bû û xelas nebû

img

ENQERE - Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, di ziyareta Navenda Koordînasyona Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) de got: “Înşallah em dê di sala 2018'an de mijara terorê li Tirkiye bikin rojeva herî kêm û daxînin sînorê jêr." Vê daxuyaniya Yildirim gotina Wezîr Soylu a 'Em dê PKK’ê di mijdarê de xelas bikin" anî bîra mirovan. 

Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, wezîrê parastinê Nûrettîn Canîklî û Wezîrê Perwerdehiyê Îzmet Yilmaz bi hevre bi minasebeta sersala nû Navenda Koordînasyona Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) ziyaret kir. Yildirim, di ziyaretê de got “Înşallah em dê di sala 2018'an de mijara terorê li Tirkiye bikin rojeva herî kêm û daxînin sînorê jêr." 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî bi minasebeta sersala nû roja berî sersalê li Çiyayê Katoyê di nava leşkeran de derbas kir. 
 
ERDOGAN: XELAS BÛ, ME XELAS KIR 
 
Herî dawî Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, di 19'ê Nîsana 2016'an de li Beştepe di 24'emîn civîna keyayan de gotibû: “Bi mudaxaleya hemû hêzên me yên ewlehiyê rêxistina terorê têk çûye."  Erdogan bi vê gotinê got PKK têk birine. Erdogan, bi vê gotina xwe diyar kiribû ku pêvajoya çareseriyê jî xelas bûye. Erdogan di cotmeha heman salê de dîsa li meclîsê got: "“PKK êdî xelas bûye". Balkêş e Erdogan gotibû PKK qediya ye, lê di Nîsana 2017'an de diyar kir ku dê PKK surprizan bike û wiha gotibû: "Hemû rêxistinên terorê yên li benda baharê ne, Tevî PKK, YPG, DEAŞ û FETO surprizên wan ên pir xweş hene. Bi destûra xwedê bahara miletê tirk dê bibe zivistana wan a reş." 
 
SOYLU HER DEM XELAS DIKE LÊ
 
Serokwezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, ji roja hat ser kar heta niha her cara di axive diyar dike ku ew dê PKK'ê xelas bikin û xelas kirine. Soylu, her dem li dijî siyaseta kurd û PKK’ê "gotinên xelaskirinê" ji devê xwe kêm nekir. Suleyman Soylu ji roja hat ser kar û heta niha ji bo xelaskirina PKK’ê gelek caran soz da û dîrok da. 
 
Soylu, di 9'ê Kanûna 2016'an de got: “Ez pir zelal dibêjim. Îro roja wan a herî baş e. Piştî Nisanê çi bê serê wan texmîn nakin. Rê rastî windahiyên gelek mezin bên." Soylu. herî dawî di 9'ê Îlona 2017'an de dîsa got: “Ew hewl didin emrê PKK'ê dirêj bikin. Heta 20'ê Mijdarê me tebaşe bikin. Heta 20'ê mijdarê em kevir û çiya bernadin. Em dê li ser canê PKK'ê bixwînin." 
 
DOGAN GUREŞ DI NÎSANA 1997'AN DE HEMAN TIŞT GOTIBÛ
 
Berê jî serfarmandar, wezîr, serokwezîr û Serokomarên Tirkiye bi dehan caran gotin 'Me PKK xelas kir em dê xelas bikin" Di sala 1995'an de Serokwezîra wê demê Tansu Çiller, gotibû “Em operasyonên mezin pêk tînin. Em dê koka PKK bikolin. Dê carek din şîn nebe. Dê carek din geş nebe." Di heman demê de Serfermandar Dogan Güreş gotibû “Heta nîsana 1995’an dê pirsgirêka PKK'ê hal bibe" Dogan jî wekî Soylu dîroka xelaskirinê da. Lê wê demê di operasyona dawî ya herî mezin de bi hezaran leşker û polîs û mîlîtanên çekdar jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
ÇEND CARAN HAT QEDANDIN? 
 
Di sala 1997'an de Wezîra Karên Hundir a wê demê Meral Akşener, bi hevkariya  Barzanî li dijî PKK’ê “Operasyona çakûç" pêk anîbû. Akşener gotibû "Me pişta PKK’ê şikand. Êdî ji rojava Tirkiye derket." 
 
Di sala 1999'an de dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyi radestî Tirkiye kirin jî dîsa gotin “PKK qediya" 
 
Herî dawî di 2010'an de Serfermandarê Artêşê İlker Başbug, gotibû "Hêzên Ewlehiyê heta niha di nava 26 salan de PKK 5 caran têk bir. Bi vê yekê îtîraf kiribû ku bi gotina xelas bû naqede. 
 
XELAS BÛ XELAS NEBÛ 
 
Heta demek berê bi dehan caran gotin "Me xelas kir em dê xelas bikin û dem dan pêş xwe. Bi dehan caran li heviya baharê rawestiyan. lê dîsa dest ji van gotinên xwe bernadin. Dijberî xelasbûnê tevlebûna PKK'ê her sal derbas bû zêdetir bû. Hêjmara endamên PKK'ê sal bi sal bêtir zêde bû. Ev gotinên xelas bû dê xelas bibe sernavê Romana Vedat Türkalî yê mijara ermeniyan digire dest a "Xelas bû xelas bû lê xelas nebû." dubare dike.