HDP li Amedê dikeve kampê

img

AMED - HDP bi beşdariya hemû wekîlan li Amedê dikeve kampê. Danişîna doza Îdrîs Baluken a bi dîroka kampê re heman rojê ye, HDP hewl dide hemû wekîlên xwe tev li danişîna dozê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwest di navbera 4-5'ê Çileyê de li Enqereyê bikeve kampê, lê biryara xwe guhert û dê li Amedê kampê pêk bîne. Dê hemû wekîlên HDP'ê yên di koma meclisê de beşdarî kampê bibin.
 
Danişîna doza Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken jî di heman rojê de pêk tê û HDP dixwaze hemû wekîlên xwe tev li danişîna dozê bike.