Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin

img
DERSÎM - Heyeta KCD'ê û DBP'ê li Dersimê bi rêveberiya HDP'ê ya Dersimê re hat cem hev. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Erka me hemûyan ewe ku em têkoşîna demokratîk bi hevre mezin bikin û pêş bixin." 
 
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Dêrsimê bi şîara “Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi hêz bibin" ziyaretên xwe berdewam dike. Heyeta KCD û DBP'ê li Dersimê bi rêveberiya HDP'ê ya Dersimê re hat cem hev. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê, rêveberiya HDP'ê ya Dersimê ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Erka me hemûyan ewe ku em têkoşîna demokratîk bi hevre mezin bikin û pêş bixin. Em ji bo modela civaka sincî û polîtîk xurt bikin li Dersimê ne. Ev model di çanda me de cihekî xurt digire. Ji bo em biryara têkoşîna hevpar bistînin em li Dersimê ne."