Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya

img
STENBOL - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya. 
 
Hevserokên KCD û DBP'ê li Stenbolê di çarçoveya bernameya HDP'ê ya bi şîara “Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi hêz bibin" li Stenbolê bi gel re hat cem hev. Hevseroka Kongreya Civaka Demokrakratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya. Parlamentera HDP'ê  Dirayet Dilan Taşdemir û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avc jî tev li bernameyê bû. Civîna bi gel re ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.