HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî

img
ENQERE - Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDP'ê der barê cezayên li siyasetmedarên kurd birîn de got: "Daraza alîgirê desthilatdariyê di 2 rojan de ceza li ser ceza birî. Careke din hiqûq xiztin xizmeta berjewendiyên siyasî." 
 
Lijneya Rêvebiriya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê cezayên di sala nû de li partiya wan birîn û darizandina wekîlan de daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi destê darazê operasyona tasfiyeyê dest pê kiriye û got: "Daraza alîgirê desthilatdariyê di 2 rojan de ceza li ser ceza birî." 
 
Daxuyaniya Lihneya Rêvebiriya Navendî ya HDP'ê wiha ye: 
 
“Di sala 2018'an de li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî bi gavên nû berdewam dikin. Careke din hiqûq binpê kirin û berjewendî derketin pêş. Endamên darazê careke din bûn amûrên dozên kûmpasa siyasî. 
 
Dema di warê hiqûqî de li mijarê bê mêzekirin, her yek ji wan garabetek e, tu aliyê wê yê hiqûqî tune, bi îdiayên bê bingeh û bi derewan tije kirine, îdianameyên dozgerên wekî FETO'yê ku avêtine hundur amade kirine, cezayan bi awayekî bê edalet, bê hiqûq û bê wijdanî dibirin.
 
Li Serokwekîlê Komê û Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken 16 sal û 8 meh; li Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk salek û 6 meh; li Wekîla Şirnexê Leyla Bîrlîk salek û 9 meh; li Wekîla Amedê Nursel Aydogan salek û 3 meh; li Wekîlê Wanê Adem Geverî salek 6 meh; li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel 2 sal û 3 meh ceza birîn. Plan gelekî vekirî ye; yek bi yek cezayê wekîlên partiya 3'yemîn a Meclisê HDP'ê bibire û wekîltiya wan bixe, bi vê fîgurên siyasetê ji siyaseta demokratîk bixe û tasfiye bike. Bi vê rêyê tevgereke siyasî ya li Tirkiyeyê hêviya demokrasiyê ye, tune bike."
 
HDP'ê herî dawî got ku "Em dawiya hempîşeyên wan a bi xemgînî dizanin û hişyar dikin!" û destnîşan kir ku ew ê hewldanên tasfiyekirinê vala derbixin.