DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin

img

AMED - Meclisa DBP'ê di 3'yê Çileyê de civîn pêk anî û encamên danezanê parve kir û diyar kir ku pirsgirêkên di 2017'an de çareser nebûne, dewrî sala 2018'an bûne û  got: "Hikumeta AKP'ê qasî ku Tirkiyeyê bi qanûn û darazê bi rêve nebe, tev li sûc bûye. Bi zext û tundiyê polîtîkaya xwe li ser her kesî ferz dike."

Meclisa  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encama danezana civîna xwe ya di 3'yê Çileyê de pêk anî aşkera kir. Di danezanê de hat gotin ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye, ev pêvajo di sala 2017'an de diyar de bû û ev tişt got: "Di 11'ê Îlona 2016'an de bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyan û piştî wê di 4'ê Mijdarê de operasyonên ku destpêkirin û bi OHAL'ê re di sala 2017'an de ev pêvajo hat dewamkirin."
 
‘PIRSGIRÊKÊN 2017'AN DEWRÎ 2018’AN KIRIN’
 
DBP'ê aşkera kir ku îro li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke kaosê dewam dike û ev tişt got: "Têkoşîna me ya hebûn û azadiyê jî bi heman biryardariyê dewam dike. Gelek pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî di sala 2017'an de nehatin çareserkirin û ev krîz û pirsgirêk dewrî sala 2018'an kirin. Îsal bi vê re em ê li dijî hişmendiya yek zilamî, netewperestî û dijberiya kurd têkoşîna xwe dewam bikin. Di pêvajoya pêşiya me de, kesên xwedî îdiaya civakî yei divê bi hêzên demokrasiyê re li dijî hemû zordariyê tê bikoşe û li gel hêza rêxistinkirî cihê xwe bigire."
 
DBP'ê da zanîn ku red û înkar ne çareserî ye û bal kişand ser serhildanên li Rojhilata Navîn û ev nirxandin kir: "Tiştên li Tunus, Libya, Misir, Sûriye û herî dawî li Îranê qewimîn ev bûn. Gelê Rojhilatê Kurdistanê li dijî polîtîkayaya rejîmê ya tundî û xizaniyê çalakiyên di asta şoreşê de pêk anîn. Her çendî çalkaiyên gelên li Îranê wekî çalakiyên aboriyê bên destgirtin jî tişta esas demokrasî ye."
 
DBP'ê derxistina KHK'an jî rexne kir û da zanîn ku hikumeta AKP'ê bi vê rêyê Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke bi xwîn ve dibe û di warê berxwedana gelê kurd a li girtîgeh û derve de jî wiha got: "Hikumeta AKP'ê xwedî hişmendiya tolhildanê ya dewletê ye. Bi KHK'an pêkanîna cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dike, lê hevrêyên me li hundur, em li derve li ber xwe didin."
 
‘JI BO JINAN SALEKE ZEHMET BÛ’
 
DBP'ê berxwedana jinan a di salaq 2017'an de derket pêş jî silav kir û da zanîn ku ev sal ji bo jinan salek zehmet bûye û wiha pê de çû: "Êrîşên nijadperest, netewperest û zayendî herî zêde jin û zarok mexdur kirin. Li dijî jin û zarokan tacîz, şidet û tecawizê zêde bûn. Ev hemû ne tesadufî ne. Ev êrîşên birdozî yên AKP'ê ne. Lê di serî de li Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Rojava û Îranê serhildanên gelan û jinan xwedî hêjahiyê bû."
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GORISTANAN 
 
DBP'ê êrîşên li dijî goristanan û bi taybetî Goristana Xerzanê jî şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş nayên qebûlkirin û wiha got: "Di demên dawî de li dijî nirxên civaka me êrîşên cidî pêk tên. Di 22'yê Kanûnê de goristana gerîlaya a Xerzanê bi kepçeyan rûxandin. Ev têkçûna mirovahiyê ye. Ev êrîş cara yekemîn pêk nahatine. 2 sal e goristan bombe dikin, bi kepçeyan hildiweşînin. Ev êrîşên li Kurdistanê li dijî çand û nirxên civakan pêk tên, bi faşîzmê jî nayê tarîfkirin. Têkoşîna li dijî van êrîşan, peywireke me ya mirovî ye." 
 
‘TECRÎD JI DERVEYÊ ŞER TU TIŞTÎ NAYNE’
 
DBP'ê herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: "Dê jin, hêzên demokrasiyê, kedkar û hemû beşên civakê li dijî 'plana çong şikandinê' teqes bigihêje serkeftinê. Dîsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji derveyê şer û şidetê tu tiştî ji gelan re nayne. Di serî de pirsgirêka kurd, li bemberî hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê astenge. Ji bo wê divê demil dest tecrîd bê rakirin û ji bo vê têkoşîn bê mezinkirin."