Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze

img

RIHA – Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn ji bo "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got: "Gel, ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze. Ên doza şer dikin emrê wan kin e. Ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin."

  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de "Deklerasyona Aştiyê" aşkere kiribû. HDP'ê bi vê deklerasyonê ji bo tifaqekê bang li muxalefetê kiribû. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn maçîn bangawaziya HDP'ê nirxand. 
 
Maçîn, anî ziman ku ji sala 2015'an ve li dijî gelê kur şerekî siyasî, aborî û civakiyî heye û got, ev şer li dijî gelan tê kirin û got: " Ên doza şer dikin emrê wan kin e. Ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin." 
 
‘ÊN BEDÊLA ŞERAN DIDIN GEL IN' 
 
Maçîn, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û got, ev şerên îqtidar û sermayedar derdixin li dijî nirxên mirovahiyê ne. Maçîn, bilêv kir ku ji ber şerên tên kirin bi milyonan mirovên masûm jiyana xwe ji dest didin û got: "Di şer de zarok, extiyar û ciwan dimirin. Mînaka herî nêz û berbuçav Şengal e. Bi hezaran jinên êzidî hatin revandin, bi hezaran jê hatin kuştin. Lê binêrin hema bibêje her roj li Efrînê mirov tên revandin û kuştin. Tecawizî jinan tê kirin. Ev, nirxên civakê bin pê dikin. Bi her awayî ên bedêla şeran didin gel in. Lewma rêya civakeke demokratîk, azad û wekhev bi aştiyê pêkan e. Divê tecrdî bi dawî bibe û aştî pêk bê. Her wiha divê akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên girtî bên berdan. Divê civak bi awayekî azad karibe fikr û ramanên xwe bîne ziman." 
 
Maçîn, destnîşan kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê "Plana Rûxandinê" ku li dijî kurdan hat amadekirin piştî hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an ketiye dewrê û got, ev polîtîkayên navbirî tenê ne li dijî siyaseta kurd, di heman demê de li dijî aborî, ziman, çand û nirxên civakiyî ne jî. 
 
Maçîn, bilêv kir ku dahata aborî ya kurdan wekî "xenîmetê" tê dîtin û tê desteserkirin û ji bo vê îşaret bi dagirkirina Efrînê kir. Maçîn got: "Ji Efrînê 50 ton rûnê zeytê anîn. Ev mînakeke biçûk e. Lê belê ew dar berê çavkaniya debarê ya gel bûn. Ev mînaka talankirinê ye. Dewleta tirk ji zû de di warê siyasî, aborî û civakiyî de li dijî kurdan plana rûxandinê xistiye dewrê. Divê mirov di vê çaçroveyê de li meseleya Îpek Erê binêre. Ev bûyer perçeyek şer e. Armanca wan a sereke tunekirina urf û edetên civaka kurd e. Civaka kurd nikare tecawizkarekî bihewîne. Gelê kurd wê wî ji nav xwe biqewirîne. Ev edeteke me ye. Ên vî çawîşî kirine û ên pişta wî digirin, dixwazin bi van polîtîkayên xwe gelê kurd bêrûmet bikin." 
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ' 
 
Maçîn, destnîşan kir ku ev şerê li dijî kurdan tê kirin bi qasî ku siyasî ye ew qasî jîa borî û civakiyî ye û got: "Dewleta tirk li axa Kurdistanê ya dagir kiriye, nirxên aborî û civakiyî wekî xenîmetê dibîne. Wekî heqê wê be tevd igere. Tirkiye li sê perçeyên Kurdistanê şer dimeşîne. Her roj xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, agir bi daristanan dixin. Goristanan jî dişewitînin. Ji hêlekê ve daristanan, ji hêla din jî goristanan dişewitînin. Bi vî awayî dixwazin civaka kurd bê hafize bihêlin. Dixwazin dîrokê tune bikin. Dixwazin vê civakê bêhafize bihêlin. Li Tirkiyeyê 'hiqûqa dijminatiyê' heye." 
 
‘HEBÛNA 40 MILYON KURDÎ QEBÛL NAKIN' 
 
Maçîn, destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd a di vî warî de bi destê îqtidaran tê îllegalîzekirin. Maçîn, bilêv kir ku ji Serhildana Şêx Seîd re gotin 'îltîca', ji Serhildana Dersimê re gotin 'rûxîner' û ji PKK'ê re jî dibêjin 'teror' û got: "Kurd kengî doza heqê xwe bikin, radibin dibêjin çavê wan lê ye Tirkiyeyê perçe bikin. Ev yek nayê qbeûlkirin. Li ser axa xwe çawa bixwazin wê wis abijîn. Ev biryara wan û heqê wan e. Kes nikare pêşî li ber vê bigire. Ev ne di hiqûqa neteweyan ne jî di qanûnên mafên mirovan de heye. Li cîhanê 40 milyona kurd hene, lê hîn jî Tirkiye hebûna wan qebûl nake. Gava kurd odz aheqê xwe dikin ji wan re ya dibêjin 'terorîst' an jî 'rûxîner.' Loma li bara me gotinên wan ne rewa ne. Daxwazên gel ji bo me rewa ne. Heger pirsgirêka Kurdistanê neyê helkirin wê aştî neyê Rojhilata Navîn." 
 
‘EMRÊ WAN KIN E' 
 
Maçîn anî ziman ku li Tirkiyeyê parlementerên ku gel ew hilbiajrtine jî gava fikrên xwe bilêv dikin wekî "sûc" tên hesibandin. Maçîn, destnîşan kir ku di vî warî de ya dikeve ser milê wan têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Pêdiviya gel bi aştiyê heye. Gel, ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze. Ên doza şer dikin emrê wan kin e. Îro Tirkiye li her derî şer dike. Li Rojavayê, Li Başûrê Kurdistanê, Li Yewnanistanê, li Ermenistanê. Jixwe 40 sal in li Bakurê Kurdistanê şerekî qirêj dike. Lê em baş dizanin, ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin."