HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî

img

ENQERE -  Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku rojeva wan a sereke OHAL e û wiha got: "Divê hemû mexdurên OHAL'ê bibin yek. Goristana Xerzanê ji bo mafên mirovan rewşa şermê ye. 

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê geşedanên li Tirkiye civîna çapemeniyê pêk anî.  Bîlgen, di serî de Heserokê HDP'ê yê Tekîrdagê Salim Gumuş ê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha got: "Em ji ber windakirina Gumuş pir xemgîn in. Dîsa em bi minasebeta salvegera kuştina Metin Goktepe wî bibîr tînin. Metin Goktepe, di dîroka çepemeniya Tirkiye de hêjayî bîranînê ye. 
 
‘JI BO TALÊ HILÎNIN CEZA DAN BALUKEN'
 
Bîlgen cezayê li Endamên MYK'ê ya HDP'ê û Wekîlê Serokên Komê ya HDP'ê Îdris Baluken hat birîn jî rexne kir û wiha got: "Cezayê li Îdrîs Baluken û Sebahat Tuncel hat birîn raste rast xwestin siyseta demokratîk mahkum bikin. Xwestin hewldana çareseriya demokratîk ceza bikin. Azadiya Ramanê ku di çarçoveya destnedayîna kurdiyê de axivîn hatiye cezakirin. Îro gor û goristan tên şikandin û xerakirin. Di vê pêvajoyê de niqaşa li ser goristanan şerma herî mezin e. Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Goristanan ji bo xwe wekî gefê dibînin. Di pêvajoyek wisa de bi êşên gel dilîzin. Li ser goristanan hêza xwe nîşan didin." 
 
‘GIRTÎGEHAE XARPÊTÊ GIRÊDAYÎ KÎJAN VÎNÊ YE'
 
Bilgen, bal şikand ser xeztên li ser girtîgeha Xerpêtê û got: "Girtî li dijî îhlalên mafên mirovan 2  mehin di greva birçîbûnê dene. “Mirovên li Pirsûsê li dijî mirinê bi ser ketin û niha li Xerpêtê girtî ne, wan sirgûn dikin. Em dipirsin Girtîgeha Xerpêtê girêdayî Wezareta Dadê ye an girêdayî cihekî din e."
 
‘DIXWAZIN ENDAMÊN ME BIKIN SÎXUR'
 
Bilgen, bal kişand ser darizandina endam û rêveberên HDP'ê yên Manîsayê û wiha berdewam kir: "Rêveberên me yên girtî tên darizandin piştî 2 sal şûnde derxistin pêşberî dadgehê. Bi gefan dixwazin rêveberên partiya me bikin sîxur. Dixwazin bibin hevkarê wan û sîxuriyê bikin. Ev perçeyê kuştina sivîl e. Em vê yekê şermezar dikin." Bîlgen, helwesta Diyanetê jî rexne kir û daz anîn ku ev yek nayê qebûlkirin. 
 
ROJEVA SEREKE OHAL E
 
Bîlgen, bal kişan ser OHAL'ê û wiha got: "Li Tirkiye rojeva sereke OHAL e. Divê êdî OHALê rakin. Rojeva partiya me ya sereke OHAL e. Lê di rojevên partiyên din de hilbijartin heye. Di şert û mercên OHAL'ê de dê çawa hilbijartin pêk bê. Li Tirkiye mafê bijartin û hilbijartinê tenê dengavêtina sindoqê maye. Ev jî ne di bin ewlehiyê de ye." 
 
'EM JI HEMÛ REXNEYAN RE VEKIRÎNE
 
Bîlgen, herî dawî destnîşan kir ku HDP beriya kongreya giştî konferansan pêk tîne û ji bo pêşerojek xurttir ji hemû rexneyan re vekirî ne. Bîlgen anî ziman ku ew dixwazin hemû cureyên rexne û pêşniyaran bên kirin û ev ji bo wan bêtir motivasyonê xurt dike. Bîlgen, destnîşan kir ku ev jibo pêşketin û xurtkirina demokrasiye bi qîmet û nirx in. 
 
Bîlgen, herî dawî pirsên rojnamegeran bersivand û da zanîn ku êdî dirêjkirina OHAL'ê sûc e. Bîlgen, herî dawî destnîşan kir ku ew arman dikin ku hemû pirsgirêkên Tirkiye bi muxatabên wan re parve bikin û çareser bikin û bi kesên cuda re di bin baneyekî de siyaseta pevpar pêş bixin.